Jinên Silêmanî: Divê Newroz bibe bilindkirina hestên welatparêziyê
Qeyran û rewşa ku niha li herêma Kurdistanê heye, bûye sedem ku hestê welatparêziyê kêm bibin û bi awayek baş Newroz neyê pêşwazîkirin. Lê tevî vê hemwelatiyên herêma Kurdistanê girîngî didin hestên welatparêziyê û bi awayekî baş Newrozê pêşwazî dikin.
ŞÎNYAR BAYÎZ
Silêmanî- Newroz di dîroka Kurdan de destpêka sala nû ye. Her sal 21’ê Adarê û di roja yekem a biharê de bi awayekî bi coş û xiroş li herêmên cuda yên Kurdistanê tê pêşwazîkirin. Kurdên ku li her cihê cîhanê Newrozê pêşwazî dikin ki herêma Kurdistanê ji ber qeyaran û rewşa ku niha heye beşek ji gelê herêma Kurdistanê weke berê bi coş û xiroş cejna Newrozê pêşwazî nakin lê belê beşek din a Kurdan bi awayek bi coş Newrozê pêşwazî dikin. Der barê girîngiya cejna Newrozê ji bo gelê Kurd jinên bajarê Silêmanî yên Başûrê Kurdistanê ji ajansa me re axivîn.
‘Divê her dem hestên welatparêziyê hebin’
Hemwelatiya bi navê Sirwe der barê cejna Newrozê de got: “Divê hestên welatparêziyê ne tenê di roja cejna Newrozê de divê her dem hebin û di dilê gelê Kurd de bin. Nabe ev pirsgirêk û qeyarana ku li Kurdistanê heye bibe sedema têkçûna hestên welatparêziyê. Ji bo min Newroz hestek taybet e û çanda Kurdan e divê hemû kes vê çandê biparêzin.”
‘Di navbera Newrozên sal bere û niha de guherîn heye’
Bedriya Abdullah destnîşan kir ku ji ber dagirkerî û qeyaran heyî hestên welatparêziyê kêm bûne û wiha got: “Divê ev hestên welatparêziyê tune nebin, Kurd her dem wê yekê di asta herî jor de bihêlin Bi hezkirina xaka xwe û parastinê, em dikarin hestên xwe yê welatparêziyê bilind bikin. Di navbera Newroza salên borî û îsal de guherînek mezin heye, Newrozên salên borî gelek xweş bûn. Ji demên berê ve asta hemû Kurdan yek bû, hemû xwedî yek dil û hestî bûn. Lê belê niha ne wisa ye, ji ber pirsgirêk û qeyrana ku niha heye ji bo beşek ji Kurdan Newroz cuda bûye. Lê belê girîng e hemû kes vê rojê pêşwazî bikin.”
‘Erka me hemûyan ew e em hestên welatparêziyê bilind bikin’
Niyaz Yehya ku li Siwêdê dimîne der barê Newrozê de destnîşan kir ku weke Kurdên welatên ji derve her tim di asta herî jor de pêşwaziya Newrozê dikin. Bi vê yekê jî hestên welatparêziyê di nava wan de zindî dibin û hemû zarok agahiya wan ji hestên welatparêziyê çêdibin dizanin, Newrozê bi coş pêşwazî bikin û wiha got: “Ji bo Kurdên li welatên ji dervê Newroz gelek girîng e. Her sal agir tê pêxistin û hestên welatparêziyê nû dikin. Ji bo hemû kesan hestên welatparêziyê girîng e. Divê em Newrozê ji bîr nekin û girîngî bidin çand û zimanê xwe. Divê em çand û zimanê xwe nîşanî zarokên xwe bidin da ku çand û zimanê me tune nebe.”