Jinên Mexribê ji ber zehmetiya isbatkirina tundiyê nikarin gilî bikin
Çalakvana Hiqûqî Yasmîn Zakî balkişand ser tundiya li hember jinan a li Mexrîbê û destnîşan kir ku jin ji ber zehmetiya isbatkirina tundiyê û bandorên derûnî, nikarin herin saziyên edaletê û li zilam gilî bikin.
HENAN HART
Mexrib- Seroka Komeleya Demokratîk a Jinên Mexribê Yasmîn Zakî li ser 16 rojên neteweyî yên ji bo têkoşîna li hember tundiya li dijî jinan rawestiya. Yasmîn got ku ev, ji bo seferberiya xeteriyê ya derbarê bilindbûna rêjeya tundiyê de û sekinandina li ser pirsgirêkên li hember jinên ku qurbanên tundiyê ne, derfetek bi riya gilîkirin û edaletê ye.
Faktorên çandî û hiqûqî
Yasmîn Zakî balkişand ser hejmara kêm a jinên ku li tundiyê gilî dikin û wiha got: "Karê me, bi jinên ku rojane berê xwe didin komeleyê re ye. Lewma em dibînin ku jinên Mexribê yên li rewşên tundiyê gilî dikin, gelekî kêm in. Ev yek, xwe dispêre gelek faktorên ji çandî bigre heta qanûnî."
‘Bandorên derûnî nahêlin jin gilî bike’
Yasmîn Zakî diyar kir ku jinên tundî li wan dibe, gelekî zehmet e ji çarçoveya tundiyê derkevin û got ku ji ber di aliyê madî de ne serbixwe ne. Yasmîn wiha domand: "Xurtkirina aborî yek ji awayên têkoşîna li hember tundiya li dijî jinan e. Dema mêr dikare hevjîna xwe ber bi jêderên aborî ve kontrol bike, di encama wê de jin nikare di milê madî de piştgiriya xwe bike. Bi vê yekê jin neçar dibe di warê aborî de ber bi hevjînê xwe ve be. Ev jî dibe sedem ku rastî tundiyê were û nikaribe gilî jî bike. Gelek jinên tundî li wan dibe, di bin bandorên derûnî de dimînin. Ev jî yek ji sedemên ne gilîkirinê ne. Ji ber ku jin gilî nakin, sûcdar ji ceza difilitin. Faktora din a ku dihêle jin gilî nekin jî, zehmetiya isbatkirinê ye. Bi taybetî jî, ger destdirêjî li ser asta fezayên taybet hatibe kirin."
Zextên civakî û malbatî
Yasmîn Zakî destnîşan kir ku piraniya rewşên tundiyê, ji aliyê hevjînên jinan ve tên kirin û di cihên taybet de dibin. Yasmîn anî ziman ku di encamê de mîna van rewşan şahid namînin û kesên tundî li wan dibe, di isbatkirina bûyerên pê re rûbirû mane de zehmetiyan dikşînin. Yasmîn diyar kir ku zextên civakî û malbatî dihêlin kesên tundî li wan dibe gelek caran bêdeng bimînin û gilî nekin. Yasmîn wiha got: “Hin awayên din pêşniyarkirî jî hene. Ew jî ne aktîvkirina hin saziyan a ji şaneyên şerê li hember tundiya li dijî jin û zarokan e. Ew jî li ser asta navendên polîsan, nexweşxane û li ser asta dadgehan e jî.”
Yasmîn Zakî destnîşan kir ku nezanîna zagonan bi xwe jî yek ji sedemên negilîkirina jinên Mexribî ye û wiha pê de çû: “Piraniya jinên tundî li wan dibe, hişyariya wan ji saziyên divê berê xwe bidinê yên ji bo gilî bikin, tune ye."
‘Netirsin û sînorê bêdengiyê bişkînin’
Yasmîn Zakî ji jinên tundî li wan dibe xwest ku netirsin û sînorê bêdengiyê bişkînin. Yasmîn bang kir ku zagon werin aktîvkirin û şaneyên parastina jinên gilî dikin, werin aktîvkirin. Yasmîn wiha dawî li axaftina xwe anî: “Divê ji bo ku jinên tundî li wan dibe bi tevî zarokên xwe werin pêşwazîkirin, atmosfer werin peydakirin. Her wiha divê navend û şaneyên pêşwaziya giliyan û zilma li jinan zê kirin, werin peydakirin."