Jinên Êzîdî Şengalê bi rengê 8'ê Adarê dixemilînin

Bi pankartên ku diruşma "Jina Azad Bingeha Civaka Demokratîk û Azad e" û alên TAJÊ û YJŞ jinên naçeya Sinûnê ya Şengalê navçe xemilandin. Her wiha jinan belavokên li ser 8’ê Adarê belav kirin.

Şengal - Ji bo pêşwazîkirina 8’ê adarê roja jinan ya cîhanê, li navçeya Sinûnê ya Şengalê Meclisa Jin, Yekîtiya Jinên Ciwan ya Êzîdxanê û  Şaredariya bajêr bi hevre pankart, alên Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) û Yekîneyên Jinên Şengalê (YJŞ) daliqandin û navçe xemilandin.  Di heman demê de belavok li ser esnafan û her kesî belav kirin. Her kes bi coş ew belavok pêşwazî dikirin.

Endama Meclisa jin ya navçeya Sinûnê Viyan Şingalî ji ajansa mere axivî û wiha got: “îroj em weke endamên meclisa jin ya Sinûnê û şaredariyê bi hevre hatine û bajar bi rengên 8’ê adarê dixemilînin. Me wêne, al û pankartên rengilî daliqandin ji bo pêşwazî kirina 8’ê adarê. Em 8’ê adarê li her jinekê ku ked di ber vê axê de daye em pîroz dikin.”

Viyan di dawiya axaftina xwe de bang kir ku her kes roja 8’ê adarê ji bo pîrozbahiyê berê xwe bidin Geliyê Kersê û tevlî şahiyê bibin.

Di heman demê de endama yekîtiya jinên ciwan yên Êzîdxanê Vejîn Argeş ji mere axivî û bal kişand ser çalakiyê û wiha got: “Di serî de em weke jinên ciwan em 8’ê adarê li hemû jinan pîroz dikin. îroj me pankart danîn û me belavok belav kirin ji bo pêşwazîkirina 8’ê adarê. Em 8’ê adarê li her jinekê ku liberxwe dide pîroz dikin.”