Jin xwedî li jiyana xwe derdikevin: “Pewiste dewlet bi azadkirina Melekê xwe bide efukirin”
Hinek jin hene bi salan rastî şidetê tên, tehemula tecawizê dikin, bi mirinê re ru bi ru tên hiştin û ji bo nemir e mecmur dimine mêr bikuj e. Melek Ipek yek ji wan jinên ku mafê xwe yê parastina rewan bi kar ani ye. Ji bo ne mir e mecmur ma ku bi kuj e, ew jinên ji bo xwedî li jiyana xwe derbikeve Aktivista Feminist Hasbiye Gunaçti dibêje; ‘Jinek xwe û zarokên xwe heta wê rojê parasti ye û xwedi li jiyana xwe derketi ye.’ Şideta mêr sîstematîke, egemena mêr kirdeyek e û mêr vê yekê ji bo xwe heq dibîn e. Ji bo jin xwe bi parêze jinên weke Melek, Çigdem û Nevîn îstîsnan ne. divê dewlet bi azadkirina Melekê xwe bide efukirin.”
Hinek jin hene bi salan rastî şidetê tên, tehemula tecawizê dikin, bi mirinê re ru bi ru tên hiştin û ji bo nemir e mecmur dimine mêr bikuj e. Melek Ipek yek ji wan jinên ku mafê xwe yê parastina rewan bi kar ani ye. Ji bo ne mir e mecmur ma ku bi kuj e, ew jinên ji bo xwedî li jiyana xwe derbikeve Aktivista Feminist Hasbiye Gunaçti dibêje; ‘Jinek xwe û zarokên xwe heta wê rojê parasti ye û xwedi li jiyana xwe derketi ye.’ Şideta mêr sîstematîke, egemena mêr kirdeyek e û mêr vê yekê ji bo xwe heq dibîn e. Ji bo jin xwe bi parêze jinên weke Melek, Çigdem û Nevîn îstîsnan ne. divê dewlet bi azadkirina Melekê xwe bide efukirin.”
Navenda Nûçeyan- Jin ji hevjin, bav û birayên xwe bi awayek sîstematîk şidetê dibînin. Gelek ji wan jinan ji bo ne mirin mecbur dimênin bi kujin. Bi taybet jin di pêvajoya zewacê de rastî şideta fîzîkî û istismara cinsî tên. Navên weke Yasemin Çakal, Nevin Yıldırım, Çilem Doğan, Semra Özata, Havva Zor, Name Öztürk ve Melek İpek… wisa dirêj dibe û diçe. Ji vana hinek jî hene ku navê wan qet derbaz jî nabe. Gelek ji wan qet ji sezayê hatina xwarê sud jî nagrin.
Nevin Yıldırım sezayê girtigehê yê heta heta girtiye. Gelek ji wan ji bo xwe û zarokên xwe li dijî şideta mêr parasti ye, ji vana Yasemin, Melek, Havva û h.w.d hertim rastî êrîşên cinsî hatin e, mecbur mane ku weke Nevînê li dijî şideta mêr xwe parastin e û tecawizkar kuştine hene. Şidetê weke bê alternafbûnê didin avakirin. Ji bo li edaletê bigerin eve yek parastina rewa ye.
Daraz ew sezayê ji bo jinan bi kar tîne, ji bo mêran karnayne
Jin li dadgehan weke mêran ‘bi halê baş’ nikarin rol bi leyizin. Daraz jî ew yasayên ji bo jinan bi kar tine, ji bo mêran bi kar nayne. Li dijî şideta mêr mecbur diminin ku bi kujin, jin ji aliyê malbata xwe û dewletê ve ji nedîtî ve tê hesibandin. Dengê wan nayê bihîstin. Gelek caran ji qerequlan bê parastin di vegerin. Ev rewş kurtasiya gotinên Name Ozturk ya
“Serê min hemû di nava xwinê de bû û du canî bûm, polis hat gel min got ‘tu du caniyi.’ Ji ya min ve dilê wi maye bi min ve, we got lê di berdewamiyê de got; ‘Tu pêwistiyên hevjinê xwe bi cih nayinê.’ Di van deman de em rastî gelek şidetên di nava malbatê de hatine, lê belê gotina wî polîsî jî ji ew mêrê ku şidet li ser min bi kar anyî qet ferqek nebû.” radixe ber çavan.
‘Jin ji bo xwe xilas bike di kuje jî’
Parastina rewa, yek ji wan berxwedaniya di jiyanê de mayine! Aktivista Feminist Hasbiye Gunaçti bal di kişîne li ser “jin bi salan rastî şidetê tê, tehemulî tecawizê dike dema ku bi mirinê re ru bi ru dimine xala herî dawî parastina rewa ye. Parastina rewa dema jin his dike wê bimre ye. Jin ne hama da ku mêr bi kuje serî li vê yekê dide, ji bo ji şideta mêr rizgar bibe vê dike. Ji bo neyê kuştin di kuj e. Çima mêr tê kuştin? Ji ber pişta xwe dide sîstemê, ji bo jinê bîne rê, tune bike, tolê hilde û ji bo sezakirinê di kuje. Jin ji bo mêr seza bike na kuj e. Ji bo xwe rizgar bike di kuj e.”
‘Ji derveyî hevgirtinê tu hêzek din ya jinê nine’
Hasbiye Gunaçti bal dikêşe li ser jina ji bo parastina jiyana xwe bi tena serê xweye û dibêje: “Ji ber qet alikariyek weke çek, quweta dest û piştevaniyê nîne. Ji ber vê ji derveyî hevgirtina jina tu hêzek din ya wan nîne.” Bi gotana: “Jin dema bi serê xwe li dijî vê kirdeyê ru bi ru dimine ji bo xwedî li jiyana xwe derbikeve û ev yek jî hema ji nişka ve çênabe binê wê xêz dike.”
Hasbiye Gunaçti dide zanîn ku pêwiste Melek Ipek were berdan û wiha didomîne: “Jinek heta wê rojê ji bo li xwe û zarokên xwe xwedî derketiye xwe parasti ye. Şideta mêr sîstematîke. Mêrê bûye kirdeya sîstemê şidetê ji bo xwe heq dibîne. Jinên ku xwe di parêzin yên weke Melek, Çiğdem, Nevin û h.w.d istisna ne. Em vê yekê dibinin jinên ku cihê wê yê di nava civakê û ew jiyana jêre hatî ferzkirin em dikarin vêya fam bikin. Pêwîste dewlet bi azadkirina Melekê xwe bide efukirin. Wezîreta malbatan pêwîste xwe bide efukirin û bêje Melekê me te jî şideta mêrekê ne parast. Çima jinên weke Melekê rêyek ya wan derketinê nîne? Dewlet heta ku bersîva vê nedae, wê pirensibên parastina rewa were bi kar anîn û ji ber Melekê parastina jiyana xwe kiriye divê wê serbest berdin.”
Hasbiye Gunaçti bi bîr dixe ku jin sezayê girtigehê yê heta heta digre, ji tu daketinan sud nagrin, lê belê daketina sezayê mêr bi neheqî tehrîkên daxistinê ne û dibêje: “Mêr pêximkere qet bi tu pirsgirêkan re ru bi ru namine. Jinên ku dewlet wana na parêze, divê demildest ji bo sekinandina mêr hewceye hinek tedbîran bigrin. Divê tu caran sezayê wana nexe, ew mêrê ku şidetê li jinê dike hewceye gotarên xwe biguherin û rêyekê bi şopînin. Îro dewlet li dijî jinên ku li mafê xwe digerin gotinên gelek dijwar bi kar tînin. Li dijî ew mêrên ku heroj jinekê di kujin qet gotinekê bi kar nayînin. Mêrê ku jinan di kuje di nava civakê de tê pejirandin.”
Jinên ku mafê xwe parastinê bikar aninê
Çilem Dogan
Çilem Dogan zilamê bi zorê fihoş pê dida kirin, li Edenê kuşt bi sezayê muhebetê yê girankirî niha tê girtin. Çilema ku di roja 28’an ya zeweca xwe de bi şîdetê re rû bi rû ma, dema dît ku ev şidet hîn girantir dibe çû li qereqolê gilî kir, Çilema ku li hemû qeraqolan qeyda wê hebû jî her car pêşniyarên ‘lihevhatinê’ lê dihat kirin. Herî dawî Hesen Karabulut, Çilemê neçarê fuhûşê kir û dest bi şîdetê kir. Çilem ji bo di pevçûna ku derket de nemire, Hesen Karabulut kuşt. Çilem Dogan hat girtin. Jin xwadî li doza Çilemê derketin. Çilem bû sembola daxwaza mafên hemû jinên ku ji bo nemirin neçarî kuştinê mane ye. Piştgiriya ku di 9 mehên binçavkirinaê de jinan dayî, piştî hat berdan jî berdewam kirin.
Nevîn Yıldırım
Nevîn Yildirim a ku di 28’ê tebaxa 2012’an de li gundê Koruyaka yê navçeya Yalvaça Isparta yê, Nurettin Gidera ku 3 salan bi awayekî sistematîk tecawizî wê dikir, bi tifeka nêçîrê kuşt û cezayê muhebetê lê hat birîn. Nevîn tevî hemû tiştên ku bi wê dane jiyan kirin jî, heta niha di girtîgehê de ye.
Name Oztûrk
Name Oztûrk, ji ber ji destê Kazım Aydemir ê di roja dest pêka zewaca xwe de şîdeta sistematik didit kuşt hat girtin. Name Oztûrk, ji bo xwe ji Kazım Aydemir ê ku jê qutbuyî biparêze neçar ma ku kuşt, doza ku pê dihat darizandin 12 sal 6 meh cezayê girtigehê lê hat birîn. Li ser îtirazê biryar çû dadgeha îstinafê. Dadgeha ku biryara ceza xira kir, biryara berdana Name yê da.
Yasemin Çakal
Yasemin Çakal di pêvajoya zeweca xwe de rastî êrişa zayendî û şîdeta Ozkan Kaymaklı hat. Ji malbata xwe alîkarî xwest û gelek caran gilî li qereqolê kir. Lê mixabin tiştên ku jiyayî dom kir û heta roja dawiyê jî Özkan Kaymaklı xwest Yasemin Çakalê bi kemerê bifetisine. Dema ku zaroka xwe bi enîşk fetisand Yaseminê kêra li ser mase rakir û parastina xwe kir.
Semra Ozata
Semra Ozata ku temenê wê 60 salî, li Ordû yê Recep Ozata yê bi awayekî şîstematîk Şidet bi kar di anî kuşt. Semra Ozata û keçaxwe ya îdaya alikariya wê kiriye hatin binçavkirin. Dema ku li dadgehê rojnamevanan pirs jê kirin, Semra Ozata destên xwe yên kelepçe kirî rakir û got: “ Bikşînin bira bikşinin, ma hertim wê mêr bikuje? Yek ji bila jin bikuje? Li cihê ku wî min kuştiba min ew kuşt.”
Havva Zor
Havva zor a ku neçar bû hevjinê xwe Mikail Zora ku şîdet bi awayek Sistematîkî li wê û zarokên wê dikir bikuje, di doza ku bi îdiaya kuştina bi zanebûn! bi cezayê muebetê hat darizandin. Havva Zor qala hevjinê xwe dikir û digot dema em zewicî hem li ser zarokên xwe û hem jî li ser min şidet bikar dianî û keça wê ya binavê Z.S hertim bi sezayê di mal de di hat kilitkirin û îstismara zayendî li ser pêk dianî.
Ji bo Melek Kampanya İmzayan
Ji bo Melek İpek were berdan kampanya imzayan hat destpêkirin. Banga kampanyayê li ser medya civakî ji aliyê platforma şêwirgeha Şule Çet hat kirin. Kampanya li ser malpera change.org hat destpekirin di tekstê de hatin destnişan kirin ku: “Melek İpek di diroka 8’ê Çile ya 2021’an de ji bo parastina rewa pêkani û mêrê pêre zewicî kuşt. Melek di îfadeya xwe de diyarkir ku: “Ji bo parastina xwe û zarokên xwe parastina rewa bi karaniye. Melek bi saetan bi şîdet û îstismara zayendirî re rû bi rû maye. Heta mirinê jî zarokê xwe parastiye. Yê ku çek kiribû detsê xwe de jî Ramazan İpek bû. Di pevçûna hatî jiyîn de çeka ku teqîya her çiqas bû sedema mirinê jî, lê belê Melek İpek ji cihê Buyerê nereviya û di cih de li jimara 112 gerya û xwest agahî bidin polîsan ku wê ew mêr kuştiye û teslimî polisan bû. Melek İpeka di diroka 9’ê çile de hat binçavkirin. Melek İpek pêwiste demildest were berdan.
Ger tu ji dibêjî bila bê berdan ji bo kampanya bigihije gelek kesan parve bike.
Heman demê di nivisa kampanyayê de îfadeya Melek ji cih girtiye.