Ji Sanayê ji 2016’an û vir ve cara destpêkê balafireke rêwiyan rabû

Li Yemenê ji paytexta Sanayê ya di bin kontrola Hûsiyan de, ji 2016’an û vir ve cara destpêkê balafireke rêwiyan rabû.

Navenda Nûçeyan- Balafira Yemenia Airwas roja Şemiyê bi 277 rêwiyan li Yemenê ji paytexta Sana ya di bin kontrola Hûsiyan de ye ber bi Erebistana Siûdî ve rabû. Ev firîn piştî salên şer wekî sînyala aştiyê hat hesibandin.

Heft sal in, firokeyên Sana ya navneteweyî di bin ambargoya Koalîsyona Ereb a bi pêşengiya Erebistana Siûdî de ye. Li Sanayê rabûna firokên, hevdem bû ligel vegerandina pêwendiyên Îran û Erebistana Siûdî. Îran û Erebistana Siûdî ku du hêzên mezin ên dijber ên Rojhilata Navîn in, bi navbeynkariya Çînê di 10’ê Adarê de li hev kirin û vekirina balyozxaneyên xwe ragihandin.

Yemen ji ber şer bi krîza herî giran a mirovî re rû bi rû ye

Koalîsyona Erebî ya bi pêşengiya Erebistana Siûdî di sala 2015’an de tevli şerê Yemenê bû. Hûsiyan di sala 2014’an de hikumeta li Sanayê û beşeke mezin a welat girtibû. Şerê li Yemenê ku bi sed hezaran mirov jiyana xwe ji dest dan û bi milyonan mirov birçî man, weke şerê wekaletê di navbera Îran û Erebistana Siûdî de tê dîtin. Yemen ku welatê herî feqîr ê nîvgirava Erebistanê ye, ji ber şer di cîhanê de yek ji girantirîn qeyranên mirovî dijî.