Ji jinên karker ên Rojhilat banga yekîtiyê

Jinên kedkar ên Rojhilatê Kurdistanê bi peyamekê daxwaza yekrêziya karkeran, jin û netewên bindest ên Îranê kir.

Kirmanşan – Komek jinên kedkar li bajarên cuda yên Rojhilatê Kurdistanê bi peyamek hevbeş diyar kirin ku wekê pêwîstiyekê dibînin ku 1’ê Gulanê roja cîhanî ya karkeran bibe destpêkek ji bo demokratîkbûna gelan û daxwaz li jin, karker û netewên bindest  kirin ku bi hev re bibin yek.

Peyama jinan ku bi riya wêne û dîmen parve kirine wiha ye: “Roja cîhanî ya Karkeran em ê bikin destpêka demokratîkbûna gel, karker, jin, gelên bindest û yekitiyê. Jin Jiyan Azadî.”

Ev jinên kedkar ên Rojhilat her yek ji wan li gorî temenê xwe û netewa xwe peyamên xwe li bajarê Kirmanşan, Kamyaran, Mihabad ji bo piştgiriya zêdetir jinên karker di roja cîhanî ya karkeran de belav kir.