Ji çalakvanên Tûnisî banga pêkanîna qanûnên li dijî tundiyê

Çalakvanên jin ên Tûnisî yên li dijî her cûre tundiya li ser jinê têdikoşin, bal kişandin tundiya dîjîtal a li ser jinan tê meşandin û li hemberî vê banga pêkanîna qanûnê kirin.

ZOUHOUR MECHERGUI

Tûnis – Aktîvîstên jin li Tûnisê bi hawirdoreke civakî û siyasî ku tundiyê dihewîne re rû bi rû ne û bi derfetên di destên xwe de ji bo piştgirîdayîna pêkanîna qanûnên li dijî her cure tundiyê dixebitin.

Komeleya Aswat Nisaa (Komaleya Dengê Jin) du lêkolînên ewil ên ku tundiya dîjîtal a di qada giştî de li dijî aktîvîstên jin ronî dike pêşkêş kir û destnîşan kir ku lêkolîna ji aliyê civaknas Fethiya El-Saidî ve hatiye amadekirin di armancên komeleyê de cih digre. Xebata ewil ji bo bihêzkirina jinan, gihandina dengê wan û bidestxistina cihê wan ê di nava civakê de heq dikin, di polîtîkayên giştî de ji bo nêzîkatiya zayendî ya civakî dixebite û xebata duyemîn jî li ser parastina tenduristiya derûnî ya jinên aktîvîst bi riya ragihandina dîjîtal dixebite.

Ji ber ku medyaya heyî ji bo pêkanîna cureyên tundiyê li dijî jinan veguherî şanoyek, di nava armancên komeleyê ku aktîvîstên mafên mirovan, rojnamevan û femînîstên bi mafên jinan bawer in jî di nav de, di qada dîjîtal de parastina aktîvîstan dike, du xebat cih digrin.

Lêkolîn rastiya binpêkirinan aşkere kir

Çalakvana Komeleya Aswat Nisaa Sarah Medîwî got ku lêkolîna li ser tundiya dijîtal a li dijî çalakvanên jin rastiya binpêkirina eşkere ya ku di qada dîjîtal de rûbirûyê wan tê kirin eşkere kir û destnîşan kir ku bi lêkolînê derket holê ku ev mijar bûye diyardeyek ku divê girîngî jê re bê dayîn. Sarah Medîwî diyar kir ku armanca lêkolînê ew e ku di çarçoveya têkoşîna li dijî diyardeya bêcezakirinê de sûcê şîdeta dijîtal a li dijî jinan bi xaleke di qanûna jimare 58 a sala 2017’an de cih digire, bi têkoşîna li dijî tundiya li ser jinê ve girêdayî ye. Sarah Medîwî banga pêwîstiya aktîvkirina çarçoweya yasayî ya li dijî tundiya dîjîtal a li ser jinan tê kirin, kir.  

'Li dijî aktîvîstên jin êrîşek heye’

Civaknas, nivîskar û lêkolîner Fethiya El-Saîdî jî da zanîn ku tundiya li ser bingeha zayendî ji serdestiya mêr, ramana baviksalarî û çanda civakî ya ji qalibên li dijî jinan çavkanî digre. Fethiya El-Saîdî ya li ser tundiya sîber a li dijî aktîvîstên jin xebatek amade kir, wiha got: “Ji ber ku li dijî aktîvîstên sivîl ên jin gelek êrîş hatine kirin. Em di pêvajoya beriya referandûma 2022'an û piştî referandûma 2022'an de xebitin. Wekî mînak, rûpela Aswat Nisaa ji ber weşandina vîdyoyên ku daxuyanî didin rastî êrîşê hat. Ji ber destûra bingehîn û helwestên siyasî û hiqûqî yên serokomar Qeys Saîd, li dijî aktîvîstên jin êrîşek heye.”

‘Jin tên biçûkxistin û paşguhkirin’

Derûnînas Şems El-Cedidî jî difikire ku hewaya civakî ya giştî tundiye teşwîq dike û di medyaya dîjîtal de zêde dike. Shams Al-Jedidi wiha axivî: “Ji ber ku ew hê jî bi nêrînek xerab ji jinan dinêrin. Mêr gelek tiştan dikin, hê jî tercubeyên wan biçûk dibînin, ji bo beşdarbûna wan a jiyana giştî guh nadin wan û piştgirî nadin. Pozîsyon ajinan ku li ser medyaya dîjîtal helwesta xwe bi awayekî eşkere radigihînin. Wekî ku lêgerîna mafên wan sûc be, bi şermê tê binavkirin û berovajî raya kolektîf a heyî heman helwest ji aliyê her du zayendan ve jî tê qebûlkirin.”