Ji bo piştgiriya greva birçîbûnê ya li girtîgehan kon hat vedan

Ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û piştgiriya çalakiya girava birçibûnê ya girtiyên zîndanan, li kantona Şehbayê kon hate vedan.

Şehba- Komîteya Girtiyan a Efrîn-Şehba ji bo misogerkirina azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û piştgiriya çalakiya girava birçibûnê ya girtiyên zîndanan, kona xwepêçandanê veda. Çalakî li parka 4'ê Avrêlê ya navçeya Ehdasa kantona Şehbayê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hate li darxistin.

Qada parkê bi wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û pankertên bi nivîsên "Em ê tecrîdê bişkînin, faşizimê têk bibin û Rêber Apo azad bikin","Dem dema azadiyê ye","Azadiya Rêber Apo misogerkirina avakirina Netewa Demokratîk e" hatibû xemilandin. Di çalakiya îro de beşdarvan ji sazî û dezgehên herêmê amade bûn û ketin girava birçibûnê ji bo piştevaniya çalakiyên girtiyên zîndanan. Çalakî bi deqeyek rêzgirtin dest pêkir piştre ji aliyê komîteya girtiyan ve daxuyanî hate xwendin.

‘Bêdengî hevkarî ye’

Daxuyanî ji aliyê endamê komîteyê Rûken Ehmed ve hate xwendin. Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: "Em wek komîteya girtiyan tecrîda girankirî ya zêdetirî 30 meh in li ser Rêber Apo hatiye girankirin şermezar dikin. Heta niha tu agahî ji wî nehatiye girtin û destûr nadin parêzer û endamên malbetê bi wî re hevdîtin û danûstandin bikin. Her wiha em bêdengiya qada navnetewî û rêxistinên ku doza maf û azadiyan dikin şermezar dikin. Ew bi bêdengiyên xwe di vê tecrîdê de bi dewleta tirk re hevpar in. Em bang li gelê xwe û hemû gelên cîhanê yên ku ji aşitî û azadiyê hez dikin ku ji bo parastina Rêberê navnetewî û azadiya wî destên xwe bidin hev."

Paşê ji aliyê Tevgera Çand û Hunerê ya Efrîn-Şehba bi stranên şoreşgerî tevlî çalakiya xwepêşandanê bûn.

‘Bi hevgirtinê em ê Netewa Demokratîk li hemu cîhanê belav bikin’

Ji aliyê endama Koordînasyona Kongra Star a Efrîn-Şehba Rîhan Elo ve axaftin hate kirin. Rîhan Elo di axaftina xwe de bal kişand ser misogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û wiha got: "Em xwe li ser birdoziya ku Rêber Apo pêşkêş me kiriye dimeşin û xwe bi rêxistin dikin. Em bi berxwedana xwe siyaset û planên dijmin ên faşist ku dixwazin ser me bidin meşandin, vala derdixin. Li seranserî Kurdistanê û li derveyî welat em li kolanan û di çalakiyan de ne tenê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo. Ji her deverê her kes banga azadiya Rêber Apo dike. Em carek din wek jinên Efrîn û Şehbayê soza xwe bi Rêber Apo re nû dikin ku em ê bi fikir û felsefeya Rêber Apo her dem li qadan bin û em ê li dora Rêber Apo bibin xelekek ji agir. Bi hevgirtin û sekina xwe em ê projeya Netewa Demokratîk li hemû cîhanê belav bikin."

Kona xwepêşandanê li kantona Şehbayê wê du rojan bi çalakiyan berdewam bike.