Ji ber şerê li Sudanê milyonan xwendekar ji perwerdê bê par man

Ji ber şerê di navbera artêşa Sudanê û Hêzên Piştgiriya Lezgîn de, bi milyonan xwendekar ji perwerdeyê bê par mane, malbat hewil didin ku çareseriya alternatif bibînin.

MAYSA AL QADÎ

Sudan – Li Sûdanê ji 15’ê Nîsana sala bûrî heta niha şerê di navbera artêşa Sudan û Hêzên Piştgiriya Lezgîn de berdewam dike. Li gor Netewên Yekbûyî (NY) ji ber şer 8 milyon kes ji cihên xwe bûne. NY vê yekê weke kirîza herî mezin ya ji cihê xwe bûnê îlan kir. Li gora UNICEF’ê divê demê de wê 20 milyon zarok neçin dibîstanê. Di mijara lênêrîna zarokên Otostîk de pispor Hanan Hassan ji ajansa mere axivî.

Zarok ji perwerdeyê bê par in

Hanan Hassan da zanîn ku girtina saziyên perwerdê di şertên heyî de bandorê li ser mirovên xwedî pêwîstiyên taybet û zarokên Otizmê dike û got: “Zarokên xwedî pêdawistiyên taybet di aliyê xizmeta bi temamî ya navendê û di van şert û mercan de hem ji xizmetê, hem ji mamosta û hem jî ji mala xwe ya dûyem bê par dimînin. Pêwîstiyên wan yên mamosta wê çawa bixwazin û di mijara wê çawa ji heq derbikevin de perwerde didin. Zarokên otizm ên di destpêka rêwitiya perwerdeyê de hebûn û di bin van şertan de ji ber ji cihên xwe bûne êdî xwenagihînin wan. Mînak ew birçîne yan ne, dayîkên wan çawa ji heqê wan tê der ez mereq dikim. Min têkiliya xwe ya bi wan re winda kir, min numarayên telefonên wan jî winda kir.”     

Hanan Hassan diyar kir ku qutkirina perwerdeyê zirer daye hemû xwendekaran û wiha got: “Zaroka min 6 salî ye û ger pêvajoya perwerdeyê 3 sal din paşbikeve, wê di 9 salî de bê perwerde bimîne. Ji ber vê jî di pêvajoya ku bê perwerde mayî de wê neçar e ku li malê bimîne. Ji ber vê weke dayîk û mamostayekê ez pêşniyar dikim ku dayîk ji xwe bawer bin û li malê perwerde bidin zarokên xwe.”

‘Pêvajo wê zirerê bide zarokan’

Sumaya Abba ku keça wan ya di astên cûda ya perwerdeyê de ye wiha got: “Di dema destpêkê de bi dayîna betlaneyê me erênî temaşe kir ku wê zarokên me baş bixebitin û wê serkeftî bibin. Lê belê ev dem ewqas dirêj kir ku tiştên girtine ji bîr dikin. Hinek dibîstanan hewldana perwerdeya dûr dîtin, lê belê ev rêbaz gelek bar bi xwe re tîne. Dersên online bandorek nerênî li tendirûstiya zarokên keç dike. Ji bo tercîh dikin ku biçin dibîstanê, em jî ji bo stresa wan kêm bikin di nava malê de hinek çalakiyên bi keyf amade dikin. Demek dirêj rawestandina pêvajoya perwerdê, wê zirarê bide xwendekaran. Keçên min dixwazin biçin zanîngehê ger demek dirêj neçin dibîstanê wê dest bi fikirandina zewacê bikin.”

‘Hêviyên xwe winda nekin’

Ji jinan Rezan Ahmed destnîşan kir ku di nava zanîngehê de ji perwerdê bê par dimînin û got: “Di fakulteya endezyariyê ez di sala xwe ya sêyem de bûm. Nayê zanîn ku wê şer di demek nêz de raweste yan na. Piraniya zanîngehan di nava Sudan û derve ne. Pêşniyara min ji bo her kesê ewe ku hêviya xwe winda nekin. Ger em neçar bibin vegerin xala destpêkê divê em dibîstanê berdewam bikin. Rewş dema aram bû ji bo fêrbûna zimanên nû û pêşxistina asta akademik divê em bi xwe pêşbixin.”