Hunermenda Kurd Emel Çîftçî: Ez ê bê dudilî axaftina xwe bidomînim

Hunermenda Kurd Emel Çîftçî ku piştî 5 mehên girtî mayînê di danişîna ewil de hat berdan, diyar kir ku divê li hemberî girtiyên nexweş û tecrîdê hesasiyeteke mezin derkeve holê û got: “Weke hunermendeke Kurd ez ê bê dudilî dengê xwe bidomînim.”

MEDÎNE MAMEDOGLU

Amed - Hunermenda Kurd Emel Çîftçî di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê ya li ser îfadeyên şahidên veşartî di 21’ê Tebaxa 2023’an de li Amedê hatibû binçavkirin. Emel Çîftçî ya ku ji ber pençeşêra malzarokê dihat dermankirin, tevî vê yekê hat girtin. Emel Çîftçî ya ku li 4’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê de bi îdiaya “bûyîna endamtiya rêxistinê” û “bûyîna rêveberiya rêxistinê” dihat darizandin, di danişîna ewil a di 23’ê Çileyê de bi biryara qedexeya derketina derve û biryara kontrola edlî hat berdan.

Hunermend Emel Çîftçî têkildarî pêvajoya binçavkirin û girtinê, rewşa girtiyên nexweş ên li Girtîgeha Jinan a Amedê ya ku lê dima û grevên birçîbûnê ji ajansa me re axivî.

‘Ya ku tê darizandin huner, ziman û têkoşîna Kurdan e’

Emel Çîftçî, diyar kir ku piştî çend saetan binçavkirin û îfadeya wê, hatiye girtin û diyar kir ku ev pêvajo bi awayekî adil nayê meşandin. Emel Çîftçî, bal kişand ku tenê bi îfadeyên şahidên veşartî hatiye girtin û destnîşan kir ku ne tenê ew tê darizandin, di heman demê de hunera Kurdî, zimanê Kurdî û têkoşîna Kurdan tê darizandin.

‘Wê bi girtinan xebat neqedin’

Emel Çîftçî diyar kir ku ev sepandin li dijî têkoşîna gelê Kurd e û got: “Pêvajoyên darizandina me bi tevahî ji ber Kurdbûna me ye. Têkoşîna me ya ji bo ziman, hebûn û heqîqeta me tê darizandin. Her tiştê ku em di derbarê vê de dikin, li ber çavên wan wek ‘delîlên sûc’ di dosyayan de tê girtin. Xebatên hunerî yên ku em dikin jî di nav de bi vî rengî têne dest girtin.” Emel Çîftçî, anî ziman ku xebatên wan bi girtinan na raweste û got: “Ev govenda têkoşînê wê tu caran nesekine. Wek hunermendeke Kurd ez ê pêşengtiya vê dîlanê bidomînim. Ev girtin wê ne min û ne jî hevalên min ên din ji rê dur bixe. Li kuderê dibin bila bibin emê xebatên xwe bidomînin.”

‘Li girtîgehê şert û mercên tecrîdê serwerin’

Emel Çîftçî, anî ziman ku li Girtîgeha Jinan a Amedê ya ku ew lê dima şert û mercên tecrîdê serwerin û got: “Li gorî min dema pêvajoya li girtîgehan tê vegotin divê em van pêvajoyan ji hev qut nekin. Polîtîkaya tecrîdê ya li Îmraliyê tê jiyîn îro li hemû girtîgehan belav bûye. Li girtîgeha ku em lê diman jî şert û mercên tecrîdê serwer bûn. Cihê ku girtî bikarin xwe îfade bikin ne mijara gotinê jî bû. Qedexeye ku girtî silavê bidin hev û tevlî çalakiyên civakî bibin.”

‘Li girtîgehê derfeta dermankirinê nîne’

Emel Çîftçî, anî ziman ku li girtîgehê bi dehan girtiyên nexweş ên mîna wê hene û got ku şert û mercên fizîkî yên li girtîgehan ji bo girtiyên nexweş ne ​​guncaw in. Emel Çîftçî bi bîr xist ku Halîse Aksoy a bi wê re di heman qawîşê de ma jî tevî nexweşiyên wê yên kronîk nehat berdan û destnîşan kir ku heta girtiyên nexweş di girtîgehê de bin wê nikaribin xwe bigihînin derfetên dermankirinê. Emel Çîftçî destnîşan kir ku ji bo pêşîgirtina mirina li girtîgehan divê hişyariyeke cidî bê çêkirin û wiha got:

“Ji bo pêvajoya dermankirinê divê şert û mercên fizîkî bên başkirin. Tiştê ku em jê re dibêjin dermankirin nayê wateya dîtina bijîjk an girtina dermanan. Heya ku şert û mercên fîzîkî yên guncaw nebin, ne gengaz e ku mirovek nexweş baş bibe, ne gengaz e ku mirov pêvajoyên nexweşiyê derbaz bike. Dayîkên 70 salî bi gelek nexweşiyên kronîk re têdikoşin. Hevalên me yên ku tedawiya pençeşêrê didîtin jî hebûn. Ne gengaz e ku kesê bi pençeşêrê bi kontrola bijîjkî ya mehane baş bibe.”

‘Pêwîste hesasiyeteke mezin bê raberkirin’

Emel Çîftçî anî ziman ku divê hemû girtiyên nexweş demildest bên berdan û got: “Di nava 6 mehên dawî de 2 hevalên me yên girtî yên nexweş jiyana xwe ji dest dan. Heya ku em ji van şert û mercan re nebêjin na, em ê zêdetir rastî rewşên wiha bên. Ji bo ev şert bên guhertin pêwîste gelê me bi taybet malbatên girtiyan xwedî li vê pêvajoyê derkevin.” Emel Çîftçî, anî ziman ku tecrîda li Îmraliyê dest pê kir êdî li hemû qadên jiyanê bi taybet li girtîgehan belav bûye û diyar kir ku heta nameyên ku ji wan re tên jî reş dikin û radestî wan dikin.

Emel Çîftçî got: “Divê hesasiyeteke mezintir were raberkirin. Ji ber şert û mercên girtîgehê hêjmara girtiyên nexweş zêde dibe û roj bi roj nexweşî girantir dibin. Pêwîste her kes bêyî lê û lê belê li dora girtîgehan bibin yek.”

‘Weke hunermendeke Kurd ez ê bê dudilî axaftina xwe bidomînim’

Emel Çîftçî bal kişand ser çalakiya greva birçîbûnê ya girtiyên siyasî yên li girtîgehan ji 27’ê Mijdarê ve, ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ê li Girtîgeha Girtî ya Tîpa F a Ewlekariya Bilind a Îmraliyê di tecrîda girankirî de ye û ji bo çareseriya pirsgirêka kurd û got: “Tecrîd sûcê mirovahiyê ye. Ji bo şikandina tecrîdê pêwîste her kes xwedî helwest be. Weke hunermendeke Kurd ez ê bê dudilî axaftina xwe bidomînim.”