13 welat alîkariya xwe ji bo penaberên Filistînî vekişandin

Hejmara Filistîniyên ku di êrîşên Îsraîlê yên li dijî Zîvala Xezayê didomîn de jiyana xwe ji dest dan bû 26 hezar û 637. Hejmara welatên ku alîkariyên xwe yên malî ji UNRWA’yê ku piştgirî dide penaberên Filistînî vekişandin bû 13.

Navenda Nûçeyan- Êrîşên Îsraîlê yên di dîroka 7’ê Cotmeha 2023’an de li dijî Zîvala Xezeyê ku navendên sivîl xwe spartinê jî hedef digre, didomin. Li gorî daxuyaniya dawî ya fermî ya Filistînê, hejmara Filistîniyên ku li Zîvala Xezayê jiyana xwe ji dest dane bû 26 hezar û 637’an û hejmara birîndaran jî bû 65 hezar û 387.

Malên sivîlan hatin bombebarankirin

Li gorî nûçeya ajansa fermî ya Filistînê WAFA’yê; arteşa Îsraîlê ku êrîşên xwe didomîne, mala malbata Maduh a li Taxa Sabra ya Xezayê bombebaran kir. Di êrîşê de piraniya wan zarok û jin herî kêm 20 Filistîniyan jiyana xwe ji dest dan û gelek kes jî birîndar bûn. Balafirên şer ên Îsraîlê jî li ser Kampa Nuseyrat a penaberan li beşên navendî yên Zîvala Xezayê êrîşa hewayî pêk anîn û yekîniyên topan ên Îsraîlê derdora awahiya Casir a li Xan Yûnisa li başûrê bajêr hedef girtin.

Bi ser Nexweşxaneya Îbnî Sîna de girtin

Li aliyê din di daxuyaniya ku ji aliyê Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê ve hat dayîn de, hat diyarkirin ku leşkerên Îsraîlê li bajarê Cenîn ê Şerîaya Rojava bi ser Nexweşxaneya Îbnî Sîna de girtine. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku di êrîşê de 3 Filistînî hatine qetilkirin. Wezîrê Tenduristiyê yê Filistînê Mey el-Keyle, bang li Neteweyên Yekbûyî (NY) û rêxistinên navneteweyî û mafên mirovan kir ku dawî li sûcên hêzên Îsraîlê yên li dijî gelê Filistînê û saziyên tenduristiyê yên li Zîvala Xezayê û Şerîaya Rojava ya dagirkirî bînin û xwestin ji bo navendên tenduristiyê û tîmên wan parastina pêwîst were misogerkirin.

Hejmara welatên alîkariya xwe ya malî ji Ajansa Alîkarî û Xebatê ya Neteweyên Yekbûyî ji bo Penaberên Filistînî yên li Rojhilata Nêzîk (UNRWA) ku 73 sal in li Filistînê dixebite û piştgiriyê bidin 5,9 milyon penaberên Filistînî, vekişandin bû 13. Piştî îdiayên rayedarên Îsraîlî yên ku dibêjin personelên UNRWA’yê tevlî êrişê dibin Almanya, Swîsre, Îtalya, Kanada, Fînlandiya, Awûstralya, Îngilîstan, Hollanda, DYA, Fransa, Avusturya, Japonya û Estonyayê ragihandin ku biryar daye bi awayekî demkî piştgiriya xwe ya ji UNRWA’yê re rawestînin.

Berdevkê NY’ê: Ger bi vî awayî bidome wê di Sibatê de pereyê UNRWA’yê nemîne

Berdevkê Neteweyên Yekbûyî Stephane Dujarric, di civîna çapemeniyê ya rojane de pirsên rojnamevanan bersivand. Stephane Dujarric, diyar kir ku Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonio Guterres hem bi rayedarên UNRWA’yê re hem jî bi kesên xêrxwaz re di nava têkiliyê de ye û wiha got: “Niha rewşa UNRWA’yê û bi milyonan mirovên ku li Xeza, Qudusa Rojhilat, Şerîeya Rojava, Lubnan û Sûriyeyê xizmetê didin, pir xirab e.”

Stephane Dujarric, diyar kir ku îdiayên Îsraîlê yên li dijî xebatkarên UNRWA’yê hem ji hêla Ofîsa Karûbarên Çavdêriya Navxweyî ya NY’ê (OIOS) û hem jî ji hêla lêkolînên serbixwe yên UNRWA’yê ve tên lêkolîn kirin û anî ziman ku peywira sereke ya OIOS’yê lêkolîna îdiayên ku personelên NY’ê erkên xwe xirab bi kar tîne.

Stephane Dujarric da zanîn ku "Pir girîng ku ne tenê li Xezayê, li tevahiya herêmê alîkariyên mirovî yên krîtîk ên Neteweyên Yekbûyî bên piştgirî kirin. Jiyana mirovan bi vê yekê ve girêdayî ye û diyar kir UNRWA’yê gava yekem avêtiye û agahî daye xêrxwazan. Stephane Dujarric, bal kişand ku ger rewşa heyî bidome dê piştî meha Sibatê pereyê UNRWA’yê nemîne û wiha got: "Helbet em ji êrîşên li dijî UNRWA’yê û qutkirina alîkariyê malî bi fikar in."