Şêniyên Wargeha Mexmûrê: Ji derveyî berxwedanê tu rêyek me nîne

Çalakiya Nobetê ya li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) ya li dijî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatî destpêkirin bi dewirgirtina koma 39’emîn didome.

Mexmûr - Ji bo mîsogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û bi dawîkirina tecrîda li Îmralî, li Wargeha Penaberan ya Şehîd Rustem Cudî (Mexmûr), di 20’ê Tirmehê de çalakiya nobetê hatibû destpêkirin. Çalakiya nobetê bi dewirgirtina koma 39’emîn û biryardariyek xurt didome. Beriya merasîma dewirgirtinê ji bo tevayî pakrewanên azadiyê deqeyek rêz hat girtin. Piştî rêzgirtinê li ser navê koma 38’emîn Taybet Mijînî axivî.

‘Ji derveyî berxwedanê tu rêyek din  me nîne’

Taybet Mijînî di destpêka axaftina xwe de diyar kir ku li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tecrîdek pir giran têne meşandin û got: “Çalakiya me ji bo azadiya fîzîkî ya Rêbertî ye. Em wek Meclîsa Îştar û gelê Mexmûrê bang li tevayî gelê Kurd dikin ku têkoşîna xwe mezintir bikin. Kurdek li kuderê dibe bila bibe, bila çalakiyên xwe bi biryardarî bidomînin. Herkesê ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêbertî di nava çalakiyan de be em silav dikin û berxwedana wan pîroz dikin, em hertim li gel wan, girtiyên di çalakiyê de û gêrîlayên xwe ne. Divê em hemû destê hev bigrin û azadiya fîzîkî ya Rêbertî ji xwere esas bigrin. Ji derveyî berxwedanê tu rêyek din a me nîne. Ji ber wê çendê ya dikeve ser milê me wek gelê Kurd li herderê ku em lêne çalakiyan bikin û têkoşîn bidin meşandin.”

Taybet Mijînî di dawiya axaftinên xwe de cardin bang li tevayî gelê Kurd, dayîkên girtiyên di çalakiyê de û dostên gelê Kurd kir ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan mîsoger bikin di na va çalakiyan de bin.

Merasîma dewrgirtinê bi dirûşmeyan bi dawî bû.