Operasyona li Kampa Holê di roja xwe ya sêyemîn de didome

Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ragihand ku di 24 saetên dawî de hejmara çeteyên DAIŞ’ê yên li Kampa Holê hatine girtin gihişt 29’an.

Navenda Nûçeyan - Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, di çarçoveya qonaxa sêyemîn a operasyona di bin navê "Operasyona Mirovî û Ewlekariyê" de, li Kampa Holê beşa "Muhacirat" ku weke beşa herî metirsîdar tê naskirin û ji 8 beşan pêk tê lêgerîn kirin.

Di operasyonê de gelek çeteyên DAIŞ’ê hatin girtin û gelek amûrên birîn û qutkirinê jî hatin desteserkirin. Her wiha tunelên ku çete lê veşartibûn hatin dîtin.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ragihand ku di operasyonê de 8 çeteyên DAIŞ’ê hatine girtin û hejmara kesên ku di 24 saetên dawî de hatine girtin gihişt 29’an.

Hate diyarkirin ku di lêgerînan de bombeyeke destan, amûrên birîna destan, cil û bergên leşkerî û gelek dovîz û tabletên çeteyên DAIŞ’ê hatin desteserkirin.