Hiqûqnas Aişa Kalaa: Ji bo temsîliyeta wekhev divê kota were pêkanîn

Seroka Koordînasyona Parêzerên Jin a ji bo Wekeheviyê Aişa Kalaa, bal kişand ku di rêxistinên hiqûqê de ji ber zihniyeta mêr temsîliyeta jinan tune ye û diyar kir ku divê kota were pêkanîn û li gorî peymanên navneteweyî sererastkirin çêbibe.

HANAN HARITE

Mexrib- Li Mexribê ji ber ku her diçe di warê mafên jinan de paşketin çêdibe, jin di warê xebatê de rastî cudakariyê tên. Temsîliyeta jinan di rêxistinên pîşeyê û komeleyan de pir kêm e. Yek ji van cihên xebatê jî hiqûq e.

Seroka Koordînasyona Parêzeran a ji bo Wekheviyê Aişa Kalaa diyar kir ku li Mexribê di 17 saziyên hiqûqê de 16 jinên hiqûqnas hene û got ku van daneyan jî nîşan didin ku li Mexribê parêzerên jin pirsgirêkan dijîn û di warê hiqûqê de paşketin heye.

Aişa Kalaa, got ku divê jinên parêzer di warê mafên xwe û temsîliyetê de xwedî agahî bin û got: “Jin dema ku bêkêr an jî qels bin van pirsgirêkan najîn. Heta dikare were gotin ku baştir in jî. Jinên parÊzer, bi mijarên çandî, siyasî, civakî û gelek mijarên din re têkildar dibin lê zihniyeta muhafezekar a mêr ku serdest e; bû sedema rewşa ku niha em dibin şahid. Jinên parêzer, pîşeya xwe bi parêzerên mêr re bi heman mafan û bi heman beywiran bi cih tînin lê di pozîsyonên biryargirtinê de ji derve tên hiştin.”

‘Divê pergala kotayê were pêkanîn’

Aişa Kalaa, diyar kir ku ger rewşa heyî bidome dê di hilbijartinan de newekhevî çêbibe û wiha axivî: “Ger wiha bidome dê cihê jinên parêzer di hilbijratinan de tunebe. Rêxistinên pîşeyî yên hiqûqê ku di sala 2008’an de hatin avakirin, îro gelek li paş mane. Makezagona 2011’an ji bo wekheviya di navbera jin û mêran de di gelek beşan de şert datîne. Bi taybetî jî di benda 19’an de bi awayê zelal tê diyarkirin. Divê pergala kotayê ku di lehiya jinan de û rê dide parêzerên jin xwe bigihîjînin konseyên parêzeran were pêkanîn. Komele, ji ber ku xwedî potansiyela mafên mirovan in divê di rêveberiyên wan de parêzerên jin cihê xwe bigrin.”

‘Pêkhatina wekheviyê rêgezeke makezagonî ye’

Aişa Kalaa, xwest Zagona Pîşe li gorî makezagonê be û got: "Bendên 19. û 164. ên makezagonê li gorî peymanên navneteweyî, divê rêgeza wekheviyê bixin meriyetê. Hikumeta Mexribê, ji bo her cure cudakarî ji holê rabe divê di çarçoveya polîtîkayên giştî de hemû stratejiyan bi pêş bixe. Divê jin di hemû saziyan de werin bihêzkirin. Pêkhatina wekheviyê rêgezeke makezagonî ye. Pêkanîna zagonan li her derê dê demê bigre lê divê di warê sazîbûn û zagonî de hewldan hebin. Bi dehan salan e ji ber cudakariya li ser jinan, em nikaribûn wekheviyê pêk bînin. Ev yek jî di civakê de bi cih bû. Ji ber wê divê li dijî her cure cudakariya li ser jinan, em çandeke nû ava bikin. Ji bo bêhevseng ji holê rabe divê zagonên ku di warê pîşeyî de sererastkirinê çêbikin werin derxistin û rewşa heyî biguhere.”