‘Bernameya Nexşeya Femînîst’ li Misirê hat destpêkirin

“Bernameya Nexşeya Femînîst” ku ji hêla Weqfa Ragihandinê ya Pêşketinê (ACT) a li Misrê ve hat destpêkirin armanc dike ku tevgerek femînîst a ciwan û nûjen ava bike.

ASMAA FATIHÎ

Qahîre - Ji hêla Weqfa Ragihandinê ya Pêşketinê (ACT) ve Bernameya Nexşeya Femînîst hat destpêkirin. Têkildarî bernameyê Seroka ACT’ê Azza Kamel ji ajansa me re axivî û diyar kir ku armanca wan ew e ku bi bernameyê hemû însiyatîf, rêxistin û saziyên femînîst bidin nasîn û got: “Jîngehek civînê dê di navbera beşdaran de were çêkirin, ku dê di pêşerojê de fersendê bide wan ku torê bikin û di çarçova ku ew guncaw dibînin de ezmûnan biguhezînin.”

‘Em dixwazin ji bo armancên hevpar planeke stratejîk bi pêş bixin’

Azza Kamel da zanîn ku yek ji armanca wan gihandina bajarên cuda ye û got: “Em ê asta rêxistinbûna jinan a li bajaran binirxînin û pêdiviyên wan diyar bikin. Em ê pirsgirêkên jinan jî binirxînin. Em dixwazin plansaziyeke stratejîk a ku ji bo tevgera femînîst vîzyon û armancên hevpar pêk bîne pêş bixin. Me bal kişand ser tespîtkirina mijarên girîng ên tevgera femînîst û pêşxistina vîzyona destpêkê ya planan. Ev wê rê bide beşdaran ku li ser mijarên ku ew wekî pêşîn dibînin bixebitin.”

‘Tevlibûn bi xebateke kolektîf pêk hat’

Azza Kamel diyar kir ku armanca nexşeyê naskirina taybetmendiyên têkoşîna jinan e û wiha got: “Bi vî awayî em ê bikaribin qelsî û hêza kesên eleqedar, derfetên hevkarî û torê yên li parêzgehên cuda û rewşên awarte yên wan bibînin. Ev hemû mijarên girîng in ku em ê li ser bixebitin. Di vê çarçoveyê de wê bi sazî û rêxistinên femînîst re hevdîtin bên kirin.” Azza Kamel bal kişand ku ew hê di asta  naskirina hev de ne û wiha got:

“Karê komê ya hevkar bi gelemperî bandorek mezin li ser qadê çêdike. Komên ku beşdarî komxebata dawî bûn xwedî tecrubeyên cuda bûn. Ji ber ku beşdarbûn ji perwerdeyeke kevneşopî zêdetir bi xebateke kolektîf pêk hat. Bi pêşniyaran planên stratejîk hatin pêşxistin. Di pêşerojê de, em armanc dikin ku rûniştin û civînan bi komên takekesî re organîze bikin da ku li ser taybetmendiyên nexşeyê bêtir fêr bibin û li nexşeyê zêde bikin.”

‘Ezmûnên berê wê ji nû ve bên zindîkirin’

Ji Weqfa Başûrê Azad a Aswanê Heba Îbrahîm diyar kir ku fikra nexşeya femînîst ne nû ye lê ev hewldanek ji bo zindîkirina ezmûnên berê ye. Heba Îbrahîm diyar kir ku ew bi nexşeyê hewl didin tevgereke femînîst a ciwan û nûjen ava bikin û got: “Em dixwazin gelek amûrên wê hebin da ku di civakê de bi bandortir be.” Heba Îbrahîm diyar kir ku çalakiya dawî ya nexşeyê komxebatek bû ku tê de dîroka tevgera femînîst hat nîqaşkirin û got: “Me di komxebatê de mijarên der barê gelek sazî û însiyatîfa femînîst de nîqaş kirin.”

Heba Îbrahîm anî ziman ku ew xeyala plansaziyeke zelal a ku komên femînîst ên cuda li hev bicivînin, bi pêş bixin dikin û got: “Ji bo pêkanîna vê yekê pêwîste li ser yek platformê bicivin. Hebûna sazî û komeleyan alîkariya dayînûstandina ezmûnan dike. Hevkarî û parvekirin wê li qadê bi rêbazên cuda di navbera saziyên berê û însiyatîfên nû de dest pê bike.”