HRW: Tirkiye berpirsê binpêkirin û sûcên şer e

Rêxistina Şopandina Mafên Mirovan bi rapora xwe ya weşand bal kişand kiryarên dewleta Tirk û komên çete yên girêdayî wî li heremên dagirkirî yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û got: “Tirkiye berpirsê binpêkirin û sûcên şer e.”

Navenda Nûçeyan – Rêxistina Şopandina Mafên Mirovan (Human Rights Watch - HRW) bi raporekî ku îro weşand bal kişand kiryarên dewleta Tirk û komên çete yên girêdayî wî li heremên dagirkirî yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dimeşînin. Rêxistinê di rapora xwe de bal kişand ku dewleta Tirk perpirsê sûcên şer e û got: “Tirkiye berpirsê binpêkirin û sûcên şer e ku hêz û komên çekdar ên xwecih ên ku piştgiriya wan dike, li herêmên bakurê Sûriyeyê yên ji aliyê Tirkiyeyê ve hatine dagirkirin, pêk tînin."

Di 75 rûpelan de sûcên dewleta Tirk

Rêxistinê di rapora xwe de sûcên li wan herêman; bûyerên revandin, girtin, tundiya cinsî û îşkenceya ji aliyê çeteyên dewleta Tirk a dagirker ve tê kirin, di 75 rûpelan de belge kirin.

Rêxistinê destnîşan kir ku destê çeteyên dewleta Tirk û îstixbarata Tirk di wan sûcan de heye û da zanîn ku di nava wan sûcan de, binpêkirina mafên bicihbûnê û milkiyetê, dizîn û talankirina mal û milkên şêniyan û şantajkirin hene. Her wiha îşaret pê kir ku hesab ji sûcdaran nayê pirsîn.

Îşkence û wendakirina bi pergalî

Cîgirê gerînendeyê beşa Rojhilata Navîn a HRW’ê Adam Coogle got: "Sûcên niha tên kirin, dê berdewam bikin, îşkence û windakirina bi pergalî li dijî kesên di bin desthilata Tirkiyeyê de li bakurê Sûriyeyê dijîn jî heye. Heke Tirkiye berpirsyariya wan sûcan negirt ser xwe û li hemberî wan sûcan tedbîr negirt. Rayedarên Tirk, berpirsên van sûcan in ji ber ku desthilata dagirkeriyê ne û hin caran jî rasterast tev li sûcên şer dibin."

‘Hesab nayê pirsîn’

Rêxistinê di rapora xwe de anî ziman ku hesabpirsîn ji ber sûcên li dijî mafên mirovan nayê kirin û aşkera kir ku wê lêpirsîn di rewşa 4 kesên peyabilind de çêkiriye ku tê îdiakirin destê wan di sûcan de heye, lê tu kes ji wan nehatiye darizandin û 3 ji wan di nava çeteyên ‘Artêşa Nîştimanî’ de payebilind in.