Hikumeta Iraqê ji bo jinan tenê ji sedî 1’ê butçeyê veqetand

Rojnameger Îrad Menûçehr bal kişand ku hikumeta Iraqê ji butçeya 3 salan tenê ji sedî 3 ji bo jinan veqetandiye û got: “Dema ku li ser butçeyê tê axaftin, rewşa jinan li ber çavan nayê girtin.”

MÎHRÎBAN SELAM KAKAYÎ

Helebce – Parlamentoya Iraqê, zagona butçeyê ya salên 2023, 2024 ve 2025’an di meha Hezîranê de pejirand. Butçeya sala 2023 ya Iraqê 197 trîlyon dînar e (153 milyar dolar), para Herêma Kurdistanê jî ji 24 trîlyon dînaran zêdetir bi qasî  (19 milyar dolar) hatiye diyarkirin. Ji van butçeyan tenê ji sedî 3 ji bo jinan hat veqetandin.

Lêkolîner û rojnameger Îrad Menûçehr got: “Miqdara ku ji butçeyê re hatiye veqetandin ji bo sê salên li pêşiya me 153 milyar dolar tê texmînkirin lê pirsgirêk ew e ku butçe çiqas li gorî wekheviya zayendî ye.”

‘Ji bo jinan baldarî tune ye’

Îrda Menûçehr diyar kir ku di serî de Herêma Federal a Kurdistanê li Iraqê bac û xerckirin pirsgirêkek girîng e û wiha axivî: “Li Iraqê tenê ji sedî 12 jin di bazara kar de dixebitin. Her çendî şer tunebe jî beşek zêde ji buteçeya Iraqê ya sala 2023’yan ji sektora leşkerî re hatiye veqetandin, ev yek jî pirsigirêkên xizaniyê zêde dike. Butçeya ku ji bo alîkariya civakî hatiye veqetandin tenê ji sedî 3 ye. Ev butçe ji bo pêdiviyên aliyên xizan têr nake. Dema ku li ser butçeyê tê axaftin rewşa jinan li ber çav nayê girtin.”

‘Hejmara jinên ku dixwînin kêm dibe’

Îrad Menûçehr bal kişand ku gelek welat ji sedî 23 butçeya xwe ji bo jinan vediqetînin û ev agahî dan: “Li Iraqê hejmara jinên ku dixwînin kêm e. Ji 100 zarokên keç 10 jê piştî dibistana seretayî dest ji perwerdeyê berdidin. Rêjeya xwendin û nivîsandinê kêm dibe û kêmasiya fonê ya li di vî warî de dibe sedem ku ji her çar jinan yek di temenê biçûk de bizewice. Em difikirin ku li di Rêveberiya Herêma Federal a Kurdistanê de hemû sektorên têkildarî jinan tên astengkirin. Ji ber vê yekê divê rewşa jinan a aborî were başkirin û destek were dayîn.”