Hevseroka bajarê Colemêrgê: Divê li hember bêhiqûqiyê helwesteke zelal were nîşandan

Hevseroka Giştî ya DEM’ê ya bajarê Colemêrgê Humeyra Armut diyar kir ku gel 3 serdem e bi desthilatdariya qeyûm re rû bi rû ne û got: “Divê gel di têkoşîna xwe de bi tenê nemîne. Divê li hemberî vê bêhiqûqiyê helwesteke zelal were nîşandan.”

MEDÎNE MAMEDOGLU

Colemêrg - Bertekên li hember betalkirina Hevşaredarê bajarê Colemêrgê Mehmet Siddik Akiş yê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê (DEM) ji aliyê Wezareta Karên Hindir û tayînkirina qeyûm ve dewam dikin. Gelek kes li avahiya DEM’ê ya parêzgeha Colemêrgê li hev civiyan û bertek nîşanî tayînkirina qeyûm dan.

‘Divê em bi têkoşîneke hevpar dawî li hewldana dagirkeriyê bînin’

Parlamentera Partiya DEM’ê ya Wanê Gulcan Kaçmaz Sagyîgît jî diyar kir ku gelê Kurd sed sal in li van xakan li dijî tunehesibandinê têdikoşe û li ber xwe dide. Gulcan Kaçmaz Sagyîgît, diyar kir ku bi taybet ji sala 2016’an û vir ve polîtîkaya nenaskirina îrade, çand û zimanê gelê Kurd ji aliyê qeyûman ve tê meşandin û got:

“Ev gel di 31’ê Adarê de li ser sindoqan bersiva herî baş dane polîtîkayên qeyûman yên ku ev du demin berdewam dikin. Di pêvajoya hilbijartinê de hikûmetê hemû derfetên dewletê xist nava tevgerê. Lê tevî vê yekê jî gel xwedî li îradeya xwe derket. Yên ku li ser nermkirin û destûreke bingehîn a nû nîqaş dikin, dema mijar dibe mafên Kurdan yekser darbeya siyasî dikin. Ev yek durûtiya hikûmetê ya li hemberî destkeftiyên siyasî yên gel derdixe holê. Daxuyaniya ku tu eleqeya wê bi hiqûqê re tune bû û darbeyê rewa kir hat dayîn. Di esasê xwe de dijminatiya xwe ya li hemberî Kurdan di her qadê de eşkere kirin. Her cure êrîşan dimeşînin.”

Gulcan Kaçmaz Sagyîgît diyar kir ku gelê Kurd ji ber di 31’ê Adarê de deshilata AKP-MHP’ê xist sindoqan, bi van êrişan hewl dide xwe rewa bike û wiha got: “Destpêkê em bang li gelê xwe yê bi rûmet dikin ku divê li dijî vê hewldana darbeyê rawestin. Divê li dijî vê hewldana xesbê em bi têkoşîna hevpar bêjin raweste. Divê hemû kesên ku dibêjin em demokrasiyê diparêzin, bertek nîşan bidin.”

‘Tevî her tiştî gel xwedî li îradeya xwe derket’

Hevseroka bajarê Colemêrg ya DEM Partî Humeyra Armut da zanîn ku desthilat bi awayek cuda berê xwe daye Colemêrgê û wiha got: “Me ev di pêvajoya hilbijartinê de jî dît. Ji bo hilbijartina li vêderê qezenc bikin çi ji destê wan hat kirin. Hemû leşkerên xwe anîn hilbijartinê. Lê ruxmê hertiştî ev gel xwedî li îradeya xwe derket. Hevserokên me yên şaredariyê bi vê îradeyê hatin ser erka xwe.” Humeyra Armut bi bîrxist ku di van 3 sê serdemin gel li rastî rejîma qeyûmê tê û wiha dom kir:

“Hevşaredarê me bi hincetên vala ji erk hate girtin. Tevî heta niha cezayek nîne jî desthilata qeyûm dijminatiya xwe ya bi Kurdan re eşkere nîşan da. Ev ne tişteke ku cara yekeme tê kirin, em van polîtakayên têne kirin qebûl nakin. Dijiminatiya xwe ya bi gel re bi awayê eşkere nîşan da. Divê gelê Kurd li dijî vê bertekek zelal nîşan bide. Divê ev gel di têkoşînê bi tenê nemîne, divê li dijî vê bêhiqûqiyê helwestek zelal were nîşan dan.”