DFG: Bi xala ‘sîxûrtiya bandorkirinê’ dixwazin rojnamevanan dorpêç bikin

Li gora rapor DFG, di meha Gulanê de 4 rojnamevan hatin girtin, 4 rojnamevan hatin binçavkirin. Hat diyarkirin ku paketa darazê ya 9’emîn a xala ‘sîxûrtiya bandorkirinê’ bike qanûn rojnamevana carek din dorpêç bike.

Navenda Nûçeyan- Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) rapora binpêkirina mafên rojnamegeran a meha gulanê ya 2024’an eşkere kir. Di raporê de bal kişand ser zext û binpêkirinên mafan li beramberî rojnamevanan.

DFG di raporê de îşaret bi wê yekê kir ku desthilat armanc dike ku 9’emîn paketa darazê a xala bi navê ‘sîxûrtiya bandorkirinê’ bike qanûn û carek din rojnamevanan dorpêç bike û wiha hate gotin: “Her rojnamevanê ku agahiyên ku di serî de desthilatê, kesên xwedî hêz aciz bike ji civakê re ragihînin dê di çarçoveya vê xalê de an bên darizandin an jî bên girtin. Helbet ev xal dê bandorê tenê li rojnamevanan neke, herkesên ku fikra xwe an jî agahiyekê parve bike dê di çarçoveya vê xalê de bikare were darizandin.”

‘Divê pêşnûme were şûnde kişandin’

Di raporê de bal kişand ku bi madeya mijara gotinê re carek din rojnamevan were hedefgirtin û wiha hate gotin: “Ligel vê qanûnê li welatekî ku azadiya raman û çapemeniyê û demokrasî lê nîne di serî de rojnamevan dê hemû mûxalîf bên bêdengkirin. Em weke Komeleya Rojnamevanan a Dîcle û Firatê qanûneke wiha qebûl nakin. Em daxwaz dikin ku ev pêşnûme qanûn bi paş ve were kişandin.

Di raporê de hate destnîşan kirin ku gelek çalakiyên weke 1’ê gulanê cejna karkeran, biryara Doza kampusê ya Kobanê, tecrîda li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan rojnamevan ji bo pîşeyên xwe bikin hatin astengkirin û rojnamevan rastî  gefan hatine.

Di raporê de binpêkirinên mafan ên hatine tesbîtkirin wiha ye:

*Rojnamevanên rastî êrişê hatin: 2

* Rojnamevanên bi ser malên wan de hatin girtin: 4

* Rojnamevanên hatin binçavkirin: 4

* Rojnamevanên hatin girtin: 4

* Rojnamevanên rastî mûameleya nebaş hatin: 4

* Rojnamevanên gef li wan hate xwarin: 3

*Rojnamevanên şopandina nûçeya hatîn astengkirin: 7 (bûyer)

*Li girtîgehan binpêkirinên li dijî rojnamevanan:  4

*Rojnamevanên derbarê wan de lêpirsîn hatine destpêkirin: 10

*Rojnamevanên derbarê wan de doz hatine vekirin: 11

*Rojnamevanên hatin cezakirin: Hejmara kesan 10, Cezayê Hefsê  23 sal û 2 meh û 17 roj, cezayê Pereyî  200 hezar lire

*Rojnamevanên darizandian wan berdewam dike: Hejmara Dosyayan 43, Hejmara Kesan  83

*Hejmara rojanemvanên giryî (ji 3’yê hezîrana 2024’an ve)  42

*Rojnamevanên ji kar hatin derxistin: 1

* Cezayên RTUK’ê  Hejmara Weşanê 2, Cezayê pereyî    Du cezayên cuda yên ji sedî 2, Qedexeya Weşanê  10

 *Malperên înternetê yên hatin girtin: 307

*Nûçeyên xwe gihandina wan hatin astengkirin: 450

* Naverokên medyaya dîjîtal ên naveroka wan hatine astengkirin: 143