Cudakariya zayendî bandorê li jinên Misrê dike

Cudakariya li ser bingeha zayendî bandorê li jinan dike û bi giranî dibe sedema bêparkirina mafên mirovan, civaka sivîl û saziyên femînîst bi taybetî ji bo lêkolîn û pêşxistina çareseriyan li ser dixebitin.

ASMAA FATHÎ

Qahîre - Cudakarîya li dijî jinan di jiyana kar de pirsgirêkek cîhanî ye ku ji zîhniyeta serdest a mêr derdikeve. Jinên ku keda wan di cîhana karsaziyê de nayê dîtin û kedeke erzan e, bi pêşxistina hişmendiya zayendî û destkeftiyên têkoşîna jinê di her qonaxê de dest bi hebûna xwe kiriye. Zîhniyeta serdest a mêr ku li ser jiyana xebatê serdest e, jinan dixe ber her cure cudakariyê û hewl dide keda wan bi kar bîne.

Yek ji qadên xebatê ku cihêkarî lê zêde ye qada hiqûqê ye. Hiqûqnasên Misrî serpêhatiyên xwe yên cudakariyê parve kirin û îşaret bi kêmasiya qanûnan kirin.

Ji ber zîhnîyeta serdest a mêr dev ji karê xwe berda

Selwa Adil ku nexwest navê xwe yê rastî eşkere bike “Min dev ji karê xwe berda û min biryar da ku ez li malê bimînim û hin karên malê bikim ji ber ku min nema dikaribû li cihek kar a di bin kontrola mêran de bimînim ku me kêm dibînin” bi van hevokan dest bi gotinên xwe kir û behsa bandorbûna jinan ji cudakariyê kir:

“Dema ez biçûk bûm, min dixwest ez wek birayê xwe derkevim kolanê û futbolê bilîzim, lê mafê zarokên keç ên gundê me tune bû ku bilîzin. Min dixwest hiqûq bixwînim lê belê bavê min dît ku ev pîşe ji mêran re ye, ne ji jinan re ye, tevî ku ez di dema xwendina xwe de rastî gefa zewacê ji aliyê bavê xwe ve dihatim jî lê min û dayîka xwe bi zehmetî bavê min bi xwendinê îqna kir. Rewşa birayê min cuda bû, bavê min her dem ji wî daxwaz dikir ku di xwendina xwe de baldar be ji bo pêşeroja wî baş be.”

Yek ji qadên xebatê ku cihêkarî lê zêde ye qada hiqûqê ye. Hiqûqnasên Misrî serpêhatiyên xwe yên cudakariyê parve kirin û îşaret bi kêmasiya qanûnan kirin.

‘Divê Komîsyona Têkoşîna Dijî Cudakariyê bê avakirin’

Seroka Yekîneya Piştevaniya Hiqûqî ya Înîsiyatîfa Jinan a Salem Parêzer Hîam Al-Janaini, diyar kir ku her jin di jiyana xwe de herî kêm carek jî be rastî cudakariyê hatiye û diyar kir ku çavkaniya vê ferasetê zîhniyeta ku jinê biçûk dibîne ye. Hîam Al-Janaini di berdewamiya axaftina xwe de serpêhatiya xwe wiha anî ziman:

“Berî xwendina huqûqê, min ragihandin xwend. Dema ez ketim karê rojnamegeriyê, min xwe di beşa reklamê de dît. Ji ber ku kesî jin weke rojnamevan nedidît. Ew tenê difikirîn ku jinan bikar bînin da ku reklama bi pere ji bo saziyan peyda bikin. Dema ku min xwest ku beşa xwe biguherim, ez rastî cudakariyê hatim. Paşê min dev ji karê xwe berda û min hiqûq xwend. Jin li her qadê rastî cudakariyê tên. Niha ez li dozên bi vî rengî yên dildar ên jinan dinêrim. Ez hîs dikim ku jin biçi re derbas dibin û çi barê dihilgirin. Divê di vê mijarê de hişmendiya jinan bê zêdekirin. Divê Komîsyona Têkoşîna Dijî Cudakariyê ku di Destûra Bingehîn de jî li dijî cudakariyê hatiye avakirin, bê avakirin.”

'Tê xwestin ku hebûna me ya li baroyan jî bê astengkirin'

Parêzera temyîzê Ebîr Ehmed Seyîd El-Cemîl anî ziman ku cihêkarî di qada hiqûqê de zêdetir xuya dike û got: “Muwekîlên me bêyî ku jêhatiya pîşeyî bin, dikarin parêzerên mêr tercîh bikin. Jin ketin siyasetê û di qada giştî de serkeftinên girîng bi dest xistin, lê belê ji aliyê zîhniyeta mêr ve hîna rastî cudakariyê tên. Heta tê xwestin ku hebûna me ya li baroyan jî bê astengkirin. Van pêkanînên cihêkariyê bûne sedem ku gelek jinên nû dest ji pîşeyê berdin.” Ebîr Ehmed Seyîd El-Cemîl serpêhatiya xwe bi van gotinan anî ser ziman: “Di yek ji dozên ku min girt de, dema ku malbata bersûc hat dadgehê, dayîk sûcdar kir ji ber ku parêzerek jin parastina wê kir. Gotinên ku ji min re digotin her tim di hişê min de bûn. Min bersûc di wê dozê de beraat kir.”