Ji bo Şaredariya Colemêrgê qeyûm hat tayînkirin

Wezareta Karên Hindir ya Tirkiyê ragihand ku qeyûman ji bo Şaredariya Colemêrgê ya Partiya DEM’ê, qeyûm tayîn kirine. Hevserokên Giştî yên DEM’ê gotin: “Em ê tu carî li hember nêzîkatiya qeyûman serî netewînin. Em dibêjin êdî bes e.”

Navenda Nûçeyan - Mehmet Siddik Akiş ê di hilbijartinên herêmî yên 31’ê Adarê de li Colemêrgê ji Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) bi rêjeya ji sedî 48.92 weke hevşaredar hate hilbijartin, îro di saetên serê sibê de li Wanê hate binçavkirin. Piştî ku Akiş hate binçavkirin şaredarî hate dorpêçkirin.

Ji bo şaredariyê qeyûm hat tayînkirin

Wezareta Karên Hindir eşkere kir ku Akiş ji wezîfeyê hatiye dûrxistin û şûna wî qeyûm hatiye tayînkirin. Di daxuyaniya li ser hesaba medyaya dîjîtal a wezaretê hate parvekirin de hate diyarkirin ku derbarê Akiş de bi îdiayên “rêvebirina rêxistinê” , “endamtiya rêxistinê” û “propagandaya rêxistinê” bi hêjmara 2014/173 li 1’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Colemêrgê dosyayek heye. Hate ragihandin ku darizandina behsa wê tê kirin didome. Her wiha hate diyarkirin ku derbarê Akiş de bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” lêpirsîneke nû heye û Akiş di vê çarçoveyê de hatiye binçavkirin. Li şûna Mehmet Siddik Akiş, Walî Alî Çelîk wekî qeyûm hat tayînkirin.

Tuncer Bakirhan: Em vîna xwe radesetî kesî nakin

Hevserokên Giştî yên DEM’ê Tulay Hatîmogullari û Tuncer Bakirhan li ser hesabên xwe yên medyaya dîjîtal daxuyaniyek dan. Tuncer Bakirhan da xuyakirin, ku AKP-MHP’ê ku îradeya nahesibîne, bi destê daraz û polîsên di bin fermandariya wê de, li hemberî nûnerên rewa û demokratîk ên gel serî li binçavkirina nehiqûqî dide û got:

“Binçavkirina Hevşaredarê me yê Colemêrgê bêhiqûqiyek tarî û qirêj e. Em vê zîhniyeta derbekar, qeyûman û sondxwarî ya dijminatiya Kurdan red dikin. Em tu carî vîna xwe radestî kesî nakin. Em dibêjin êdî bes e. Em diyar dikin ku divê demildest dest ji pêkanînên derqanûnî yên ku wê zererê bide paşeroja demokratîk a Tirkiyeyê, bên berdan. Em bang li hemû derdorên demokratîk, şoreşger û aştîxwaz, di serî de gelê xwe dikin ku li hemberî vê desteserkirina îradeyê li kêleka gelê Colemêrgê bin û bertekên xwe yên demokratîk nîşan bidin.”

Tulay Hatîmogullari: Em ê tu carî serî netewînin

Tulay Hatîmogullari anî ziman ku desthilatdariya ku bi îradeya gel li ser sindoqan têk çû, dîsa li ser karê binpêkirina îradeyê ye û got: “Em ê tu carî serî li ber vê zîhniyeta qeyûman ya ku hewl da şaredariya me bi zora polîsan tasfiye bike û Hevşaredarê me Mehmet Siddik Akiş binçav kir, serî netewînin. Hevşaredarê me Mehmet Sîddik Nakît binçav kirin. Ev êriş ne tenê li dijî vîna gelê Colemêrgê, li dijî vîna hemû gelên Tirkiyeyê ye. Em bang li her kesê ku alîgirê demokrasiyê ne, li dijî zîhniyeta qeyûman xwedî helwest bin.”