YRJ Şaristan Asmîn bibîranî

YRJ Şaristan Asmîn ku di 3’ê Hezîrana 2023’an de ji ber nexweşiyekê jiyana xwe ji dest da bibîranî.

Navenda Nûçeyan-Yekitiya Ragihandina Jin (YRJ) di daxuyaniya nivîskî weşandî de, bi boneya salvegera yekem ya şahadeta Şaristan Asmîn (Leyla Yildiz) ku di 3’ê Hezîrana 2023’an de ji ber nexweşiyekê jiyana xwe ji dest da bibîranî û wiha got: “Em di yekemîn salvegera şahadeta Şaristan Asmîn de hemû şehîdên şoreşê û şehîdê çapameniya azad yên ku li pey şopên Gurbeteliya çûyî bibîrtînin.”

YRJ got: “Rêheval Şaristan 24 sal di nav refên têkoşîna azadiyê de bi fedakarî û sekna xwe ya wêrek bê navber meşiya. Me hemûyan jî ew wisa naskir û wusa ji bo me hemûyan bû ronahiyekî ku em xwe li derdorê wê kombikin. Ji bo me ew enerjiyek bû ku me jê hezkirin, bawerî, îrade, cesaret û hevaltiya rast digirit. Li ser her kesê ku ew naskirî, pêra meşiyayî û mayî keda wê heye. Sembola  sadebûn, dilsozî û kedê bû.”

YRJ di berdewamiya daxuyaniyê de hate îfadekirin ku Salên dirêj di nav kar û xebatên ragihandinê de cih girt û kedekî mezin da û ev tişt hate gotin:

Di nav eniyên cengê de jî li kêleka gerîla bû

“Ji bona ku rastiya gerîla ya ku îro jî li beramberî dagirkerî û faşîzmê di nav berxwedaniyekî bêhempa de ye bi bandor ragihîne, bibe dengê heqîqeta gerîla çiya bi çiya geriya. Xwe gihand her lutkeyekî ku bûye navnîşana gerîla. Deng, hest, hêvî, bawerî û biryardariya gerîla ragihand. Di nav eniyên cengê de jî li kêleka gerîla bû û pê re meşiya. Her dilopek xwêdana ku gerîla ji bo azadiya gel û welatê xwe di rijand ji bo wê pîroz bû. Ji ber vê yekê xwe qet ji rastiya çiya û gêrîla qut nekir. Her cihê ku çuyî ev rastî bi xwe re bir û bi sekna xwe bû temsîla vê rastiyê.

Rêhevala me Şaristan Asmîn di nav rastiya Şoreşa Rojavayê Kurdistanê de jî bi rolê xwe ye pêşengiyê rabû. Her bostek xaka ku bi berdelê giran hatî rizgarkirin ji bo wê pîroz bû. Bi vê hestê tevgeriya û xwedî li nirxê şoreşê derket. Ji bo paradigmaya jiyana azad li ser vê xakê bi pergal bibe li her cihê ku lê bû ked da. Bi dilnizmî û sebir tevgeriya.

Teyîsandina rastiya şoreşê armanca wê ya sereke bû

Di her warî de fêrkerê jiyanê bû. Ji bo rastiyê fêrî derdorê xwe bike bê westan tevgeriya. Teyîsandina rastiya şoreşê armanca wê ya sereke bû. Tevî têkoşînê jin, dîrok, çand, ziman û huner ji bo wê mijarên herî girîng bûn. Ne dixwest tu rastî veşartî bimînin. Li Rojavayê Kurdistanê û bi giştî li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şunwar bi şunwar geriya. Dîroka her bajarê ku di serdemên borî de jinan mohra xwe lê dayî ji bo wê cihê lêkolînê bû. Rastiya şoreşê ji dîrok û rastiya jinê qut negirt dest. Bi vî rengî xwest wateya herî kur bide.

Rêhevala me û şoreşgera nemir Şaristan Asmîn li ser rêça Gurbeteliya bê dudilî meşiya. Wek Denîz Firat, Nûjiyan Erhan û bi dehan şehîdên ragihandina azad mohra xwe li kar û xebatên ragihandina azad da. Di jiyana her yek ji me de bû sembola herî rast ya jiyan û têkoşînê. Di yekemîn salvegera şahadeta hevrêya xwe Şaristan Asmîn de em cardin dibêjin berê me wê her li heqîqeta wê û hemû şehidên şoreşa azadiyê bin. Em bi minnetdarî bi bîr tînin û soza serkeftinê û bi biryardarî li pey heqîqetê meş didin."