TJA: Gel wê li Colemêrgê jî li dijî rejîma qeyûm heman îradeyê nîşan bide

TJA’yê da xuyakirin ku hikûmeta AKP-MHP’ê di çarçoveya ‘Plana Hilweşandinê’ de Şaredariya Colemêrgê desteser kiriye û li dijî rejîma qeyûm banga têkoşînê kir.

Navenda Nûçeyan - Bertekên li dijî tayînkirina qeyûm li Şaredariya Colemêrgê ya DEM Partiyê û binçavkirina Hevşaredar Mehmet Siddik Akiş didomin. Tevgera Jinên Azad (TJA) di daxuyaniya xwe ya nivîskî de daxuyakirin ku desthilatdariya AKP-MHP’ê dijminatiya li dijî jin û Kurdan veguherandiye polîtîkaya îmhayê ya berfireh.

Banga têkoşînê li dijî rejîma qeyûman

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku hikûmeta AKP-MHP’ê di çarçoveya Plana Hilweşandinê de îradeya gel bi taybet jinan desteser kiriye û bi tayînkirina qeyûman Şaredariya Colemêrgê desteser kiriye û Hevşaredar Mehmet Siddik Akiş jî bi awayekî derhiqûqî binçav kiriye. Daxuyaniyê wiha dewam kir:

“Çawa ku hemû gelê me di serî de jin û rêxistinên girseyî yên demokratîk li Wan û Hîlwanê xwedî li îradeya xwe derket, em bawerin ku wê li Colemêrgê jî heman îradeyê nîşan bidin. Li ser vê bingehê em bang li gelê xwe yê hêja di serî de jin û hemû rêxistinên girseya demokratîk dikin ku li dijî rejîma qeyûman têbikoşin.”