Hejmara kesên di êrişa Moskowê de jiyana xwe ji dest dan bû 143

Hejmara kesên ku di komkujiya DAIŞ’ê li paytexta Rusya Moskowê pêk anî û girt ser xwe de jiyana xwe ji dest dane bû 143.

Navenda Nûçeyan- Li paytexta Rusya Moskowê di şeva 22’ê Adarê de di êrişa li dijî salona konserê ya Crocus ku DAIŞ’ê girt ser xwe de, hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane zêde dibe. Wezareta Rewşa Awerta ya Rusyayê lîsteya ku di malpera înternete de navê kesên jiyana xwe ji dest dane tê de ye nû kir. Di lîsteyê de navê 143 kesên ku di êrişê de jiyana xwe ji dest dane cih girtin.

Wezîrê Tendirustiyê yê Rûsyayê Mihaîl Murasko li Moskowê di daxuyaniya çapemeniyê de diyar kir ku tedawiya birîndarên ji ber êrişê berdewam dike. Wezareta Rewşa Awarte jî duh ragihandibû ku pevçûnên li salonê bi dawî bûne.