Girtiya siyasî Narges Mansourî dest bi greva birçîbûnê kir

Yek ji girtiyên siyasî yên Îranê Narges Mansourî, ji bo şermazarkirina biryara dadgehê ya têkildarî firotina milkên dayika wê daye, dest bi greva birçîbûnê kir.

Navenda Nûçeyan- Aktîvîstên mafên mirovan Mohammad Moghîmî, li ser hesabê xwe yê medyaya dîjîtal ragihand ku endama Sendîkaya Karkerên Şîrketa Otobusan a Tahran û Banliyo aktîvîsta siyasî Narges Mansourî dest bi greva birçîbûnê kiriye.

Di parvekirinê de hate diyarkirin ku Narges Mansourî, ji ber şermezarkirina biryara dadgehê ya milkek aydê dayika wê di mezadê de li ber bêfirotinê ye, dest bi greva birçîbûnê kiriye.