Gelê Şengalê: Hêz û vîna gelê Şengalê dê planan têk bibe

Meclisa Xweseriya Demokratîk a Şengalê li dijî peymana 9’ê Cotmehê meşek girseyî li darxist. Di meşa ku tevahî pêkhateyên Şengalê amade bûn de hate diyar kirin ku dê Şengal tu caran peymana ku vîna civakê nas neke, nepêjirîne.

Şengal – Meclisa Xweseriya Demokratîk a Şengalê li dijî peymana 9’ê Cotmehê meşek li darxist. Meşa ku tevahî pêkhate û saziyên Şengalê tevlîbûn de hate diyar kirin ku dê Şengal tucaran peymana ku vîna civakê nas neke nepejirîne.

Meşa gel ji ber derê Meclisa Gel ya Şengalê destpêkir heta ber çerxerêya dewara Yermûk ya navenda Şengalê berdewam kir. Di meşê de gel bê navber diruşmeyên ‘Bê Serok Jiyan Nabe ’, ‘Şehît Namirin’, ‘Bimre Îxanet’, ‘Bijî Berxwedana Şengalê’ berzkirin. Her wiha pankartên bi nivisên “Bi yêkitiya pêkhateyên Şengalê tu peyman, di nav de 9’ê Cotmehê nayên qebûl kirin” hate hildan.

Di dawiya meşê de daxuyaniyek li ser navê Meclisa Xweseriya Demokartik ya Şengalê ve ji aliyê Hevseroka Desteya Rêveber Reham Hesen ve hate xwedin.

‘Gelê Şengalê deskeftiyên xwe diparêze’

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin:

“Bi salane ku gelê me li dijî êrîş û planan li ber xwe dide û destkeftiyên xwe bi berdelên giranbiha parastîne. Ji dema fermana 3’ê Tebaxê heta niha gelek planên tinekirinê li ser civaka me hatine meşandin, lê ev hemû plan bi yekitiya pêkhateyên Şengalê hatine vala derxistin. Gelê me yê Şengalê êdî biryar daye ku xwe bi xwe birêve bibe û hebûna xwe diparêze.

Li dijî yêkitiya gelan ku di bin sîwana Neteweya Demokratîk de li Şengalê pêş ketiye planên tasfiye kirinê hene. Yêk ji van plana jî peymana 9’ê Cotmeha 2020’an e. Ji destpêka îmzekirina vê peymanê heya niha gelê me ev yek qebûl nekiriye û Şengal bi hemû pêkhateyên xwe ve li dijî vê planê derketiye. Lê mixabin heya niha jî rêz li îradeya gelên Şengalê re nehatiye girtin û heman planên Hikûmeta Kazimî, hikûmeta nû jî dide meşandin. Ji bo ku carekî din vê hevpeymanê bixin rojevê gelek hewildan hene. Bi taybet ji aliyê PDK’ê ve ji bo bingeh ji peymana 9’ê Cotmehê re çêbikin hewildanên tevlîhevî derxistinê hene. Heya niha ti hêz li hemberî îradeya gelên Şengalê bi ser neketiye, lewma niha dixwazin di aliyê mezhebî de planên xwe pêk bînin. Di serî de Mîrê Êzidiyan wek dîplomat li gorî berjewendiyên xwe bikartînin. Em bi navê gelê Şengalê vê helwesta Mîr rexne dikin. Her wiha em bang li Mîrê Êzidiyan dikin ku nebe parçeyek ji vê peymana li dijî gelê me ye.

‘Hêz û vîna gelê Şengalê dê planan têk bibe’

Hemû planên wan ji bo bingeh ji pêkanîna peymana 9’ê Cotmehê pêkbînin têne meşandin. Em ji her kesekî re didin diyarkirin ku hêz û îradeyek li Şengalê de heye ku yê li dijî hemû planên wan bisekine. Ji bo gelê me carekî din rastî fermanan neyê, ji bo em jî wek her civakekî xwedî maf azad jiyan bikin bi dehan pêşengên me li ser vê dozê canê xwe fedakirin, bi berdêla vê hedefê em têne koçkirin û qetilkirin. Di vê pêvajoya hesas de dijmin, li derve û hindir de hewildaye vê tekoşînê bifetisîne û yekitiya me ji holê rabike.

Bi saya berxwedaniya bi heybet ya gel û şehîdên me ev hewildanên wan vala derketine û ev pêvajo veguherandiye berovajî bendewariyê dijminên me. Gelê me xwedî biryare ku ewê heya dawî bo vê dozê têkoşîn bikin û rê nedin wan kesan ku carekî din di bin navê demokrasiyê de derbasî Şengalê bibin û gelê me bixapînin. Êdî dem hatiye ku gelê me li yekitiya xwe xwedî derbikeve û bersiv bide dijminan. Rêya me serkeftina yêkbûna gelê me ye. Lazime gelê me li hemberî fikrên tundrav êdî hişyar be. Ev fikrên ku li Başûrê Kurdistanê heya astekê pêşketiye divê qebul neyê kirin. Her wiha divê gelê me yê li derveyî welat û dostên me jî, kesên di xizmeta welat dene, bi deng û çalakiyên xwe li îradeya Şengalê û Êzidîtîya xwe xwedî derkevin. Dem hatiye ku gelê me êdî vegere ser axa xwe, em hemû bi hevre bin, bi hevre vê meşa xwe ya ber bi azadiyê ve dewam bikin da ku em bikarin li ser axa xwe bi çanda xwe azad jiyan bikin.”

Endama Tevgera Azadiya Jinên Êzidî Wetha  Şengal, da diyar kirin ku ew wek jinên Êzidî dê tucaran Peymana li ser civaka Êzidî ne pejirînin û ew dê ji bo vîn û îradeya civak xwe tekoşîn bikin.

Endama Koordinasyona TAJÊ Şemê Korkorkî jî da diyar kirin ku ew dê çalekî û bertekên xwe yên li dijî planên qirêj yên ku li ser pêkhateyên şengalê têne ferz kirin nepejirînin û wê hertim nava çalekî yan de bin.