Etiyopya bi qeyrana herî tund a xurekê ya cîhanê re rû bi rû ye

Hat ragihandin ku Etiyopya ji ber karesetên ji ber guherîna avhewayê pêk tên, bi qeyrana herî tund a xurekê ya cîhanê re rû bi rû ye.

Navenda Nûçeyan- Koordînasyona Mukim a Neteweyên Yekbûyî (NY) ya Etiyopyayê û Komîsyona Rêvebiriya Rîska Afatê ya Etiyopyayê, der barê qeyrana xurekê ya li Etiyopyayê de daxuyaniyek hevpar dan. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku barana kêm dibe sedema qeyrana xurekê û bal hat kişandin ku Etiyopya bi qeyrana herî tund a xurekê ya cîhanê re rû bi rû ye.

'Divê demildest qeyrana mirovî bê destgirtin’

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku divê demildest qeyrana mirovî ya li welat bê destgirtin û hat destnîşankirin ku bûyerên hişkesalî yên di sala 2022’an de dubare bûne, bandora xwe ya li herêmên Afar, Amhara, Tîgray, Ormiyê, Başûr û Başûrê rojava berdewam dikin. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku ji ber bandora neyînî ya guherîna avhewayê ya li ser xebatên çandiniyê, gihandina xurekê jî gelek zehmet dike.

Alîkariya xurekê hatibû rawestandin

Ajansa Pêşketinê ya Navneteweyî ya Dewletên Yekbûyî (USAID) û Bernameya Xurekê ya Cîhanê ya Neteweyên Yekbûyî (WFP), piştî ku hat îdiakirin beşek girîng a alîkariya ji bo herêma Tigray a Etiyopyayê ku herî zêde ji pevçûnan bandor bûye tên şandin, ji bo cihek din tên şandin, di Nîsana 2023’an de alîkariya xurekê rawestandibû. USAID'ê, der barê alîkariyên NY’ê yên ji bo Tîgraya ku bi milyonan mirov hewceyê alîkariyê ne hatine dizîn û li bazaran hatine firotin de raporek weşandibû.