Erdhejzedeya ku nexweşa penceşêrê bû jiyana xwe ji dest da

Nexweşa penceşêrê Elîf Rûşen ji ber ku piştî erdhejê, bijîjk li bajar tunebûn û ji bo kemoterapiyê diçû Dîlokê dihat ji ber enfeksiyona ku di dema rêwîtiyê de pê re çêbû jiyana xwe ji dest da.

Semsûr- Li Semsûra ku ji erdhejên di 6’ê Sibatê de zirarek mezin dît, Elîf Rûşen a 42 salî ku 5 sal in nexweşa penceşêrê bû, jiyana xwe ji dest da. Piştî erdejê dermankirina wê ya kemoterapî ji ber tunebûna bijîjkan li nexweşxaneyên bajêr, neçar ma 15 rojan carekê 150 kîlometre rê biçe Dîlokê. Nexweşa penceşêrê ku diviyabû li dijî enfeksiyonê bihata parastin, ji ber ku derfetên wê tunebûn bi otobusê diçû dihat. Di encamê de ji ber ku enfeksiyon girt, wê rakirin nexweşxaneyê û girtin beşa lênêrîna giran. Hat hînbûn ku Elîf Rûşen duh di sasetên êvarê de jiyana xwe ji dest daye.