Emîne Şenşayar: Ez heqê xwe helal nakim
Malbata Şenşayar ev peyam parve kir: "Ez, heqê xwe li kesên ku darazê weke darekî di destê xwe de digirin helal nakim."
Riha- Nobeta Edaletê ya Emîne Şenyaşar a di 14’ê Hezîrana 2018’an de li navçeya Pirsûsa Rihayê hevjîn û du lawên wê ji aliyê xizm û parazvanên wekîlê AKP’î Îbrahîm Halîl Yildiz ve hatin qetilkirin û lawê wê Ferît Şenyaşar ê ji êrîşê birîndarî rizgar bû, di 9’ê Adarê 2021’an de li pêşiya Edliyeya Rihayê dabûn destpêkirin, di roja xwe ya 708’emîn de berdewam dike.
Emîne Şenyaşar ji ber pirsgirêkên xwe yên tenduristiyê îro nekarî beşdarî nobetê bibe. Ferît Şenyaşar nobet didomîne.
Malbata Şenyaşar li ser hesaba xwe ya medyaya dijîtal ev peyam parve kir: “Dayikek ev 708 roj in li ber deriyê edliyeyê ye. Tekane daxwaza wê ya ji rayedaran, edalet e. Îstîfa tune ye! Yên lêborînê dixwazin tune ne! Yên şerm bikin tune ne! Yên dixwazin gel heqê xwe lê helal bike hene. Ez, heqê xwe li kesên darazê weke darekî di destê xwe de digirin helal nakim.”