EŞÎK’ê Hulya Gulbahar a Xelata Lale ya Mafên Mirovan wergirt pîroz kir

EŞÎK'ê der barê Xelata Lale ya Mafên Mirovan a 2023'an de ku li Tirkiyeyê cara ewil ji aktîvîsta femînîst Hulya Gulbahar re hat dayîn de daxuyanî da û wiha got: "Wek jinên ku dev ji maf û xeyalên xwe bernadin, ji me re bû diyariya sala nû.”

Navenda Nûçeyan- Platforma Jinan a Ji bo Wekheviyê (EŞÎK), der barê dayîna xelata Lale ya Mafên Mirovan a 2023’an a ji bo ji damezrînerên wan parêzer Hulya Gulbahar de daxuyaniyeke nivîskî da. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku li cîhanê û Tirkiyeyê di aliyêkî de dijberiya wekheviya zayendî zêde dibe, li aliyekî jî têkoşîna hevpar a ji bo wekhevî û azadiyê tê xurtkirin û wiha hat gotin: “Parêzer Hulya Gulbahar ku di nava gelek komên ku li Tirkiyeyê têkoşîna hevpar tê rêxistinkirin û herî dawî jî di nava damezrîner û kedkarê Platforma Jinan a Ji bo Wekheviyê-EŞÎK'ê de cih digre, bi Xelata Laleya Mafên Mirovan a 2023'an hat xelatkirin.”

'Em Hulya Gulbahar a ku hêzê dide têkoşîna me pîroz dikin'

Di daxuyaniyê de bal hat kişandin ku Hulya Gulbahar ji aliyê Wezareta Karên Derve ya Hollandayê ve di nava parêzvanên mafên mirovan ên li cîhanê de hatiye hilbijartin û wiha hat gotin: “Em Hulya Gulbahar a ku hêzê dide têkoşîna me pîroz dikin û spas dikin. Ev xelat di dawiya sala 2023’an de ku di hemû qadên jiyanê de her cure zehmetî û zordestiya li pêşiya têkoşîna wekhevî, azadî, edalet û aştiyê hat dayîn; ji bo em wek jinên ku tu carî dev ji jiyan, maf û xeyalên xwe bernadin, bû diyariya sala nû.

'Ev xelat li Tirkiyeyê yekemîn car hat girtin’

Di daxuyaniyê de daxuyaniya Koma Jinan a Şopandina Wekheviyê (EŞÎTÎZ) ku yek ji pêkhateyên damezrîner ên EŞÎK'ê ye jî hat parvekirin. Di daxuyaniya ku hat destnîşankirin ku Hulya Gulbahar a di nava damezrînerên EŞÎTÎZ'ê de jî cih digre, li Tirkiyeyê yekemîn kesa ku Xelata Lale ya Mafên Mirovan a sala 2023'an girtiye ye û wiha hat gotin: “Em rûmeta ku tevgera jinan a Tirkiyeyê û hevala me ya têkoşînê Hulya Gulbahar ji bo vê xelatê hat hilbijartin jî digrin. Em hevala me ya hêja Hulya Gulbahar ji dil û can pîroz dikin ku hêjayî vê xelatê hat dîtin. Hulya Gulbahar baş e tu heyî û baş e ku em bi hevra têdikoşîn!”

Hulya Gulbahar, di beşeke axaftina xwe ya ku kesên beşdarî mêrasîma xelatdayîna Hollandayê bûn hestiyar kir de, wiha gotibû: “Li çar aliyên cîhanê jin bi awayekî cidî têdikoşin. Bi eşq û hezkirin têdikoşîn. Ez ji ber ku îro li vir li ser vê kursiyê diaxivim xwe gelek bi şans hîs dikim lê têkoşîna vê jî me hemûyan bi hev re da. Olympe de Gouges û hevalên wê yên din, li dijî Danezana Mafên Mirovan a ku di sala 1789’an de ji aliyê Şoreşa Fransa ve hat nivîsandin, tenê mafên mêran hat formulêkirin, îtîraz kiribûn: 'hûn tenê behsa mafên mêran dikin. Vê demê em ê rûnin û danezana mafên mirovan a jinan binivîsin.' Olympe de Gouges, wiha gotibû: 'Ger ku jinan dişînin giyotînê divê mafê wan ê derketina kursiyê jî hebe.’ Her cara ku wek jin derdikevin ser kursiyê, dixwazim têkoşîna Olympe de Gouges û hemû jinên din bi rêzdarî bi bîr bînim. Bi taybetî li Tirkiyeyê em li dijî têkoşîna afirandina civakeke ku dixwaze jin û mêran ji hev cuda bike têdikoşin. Ji ber ku em dibînin civakeke pir cidî heye ku dixwaze Tirkiyeyê bike Afganistan. Em ji vê re dibêjin apartheida gender. Em li EŞÎK’ê bi jinên Afganistan û Îranê re di nava hevgirtinê de ne.”

Laleya Mafên Mirovan, her sal ji aliyê Wezareta Karên Derve ya Hollandayê ve ji bo 10 parêzvanên mafên mirovan ên di hilbijartinên li welatên cuda tê kirin de ji fînalê re dimînin re tê dayîn. Piştre di nav 10 parêzvanên mafan de ewil 3 kes û di dawiyê de xelatgira mezin tê diyarkirin. Xelat, bi armanca piştgirîkirina xebatên ji bo parastin, pêşvebirin û bilindkirina hişmendiya mafên mirovan li seranserê cîhanê tê dayîn.