‘Divê li hemberî dagirkeriya dewleta Tirk helwest were raberkirin’

Desteya Jinan a Tevgera Azadî ya Civaka Kurdistanê (Tevgera Azadî) bi daxuyaniyeke nivîskî bang li her kesî kir ku li dijî dagirkeriya dewleta Tirk bibin xwedî helwest.

Navenda Nûçeyan - Desteya Jinan a Tevgera Azadî ya Civaka Kurdistanê (Tevgera Azadî) têkildarî êrîşên dewleta Tirk daxuyaniyeke nivîskî weşand û bang li her kesî kir ku li dijî dagirkeriya dewleta Tirk bibin xwedî helwest.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:

“Em weke jin parastina Başûrê Kurdistanê erkê xwe dibînin, divê welatiyên Başûrê Kurdistanê li dijî dagirkeriyê xwedî yek helwest bin. Em vê dagirkeriyê qebûl nakin, weke jinên Başûrê Kurdistanê em ê rêbaza Viyan Soran, Leyla Qasim û Xanzad Mîr bişopînin û em rê nadin dijmin axa me dagir bike.

Dewleta Tirk xwedî dîrokek tije dagirkeriyê ye, li ser kolekirin û destdirêjiya ser jinan, xwedî dîrokek nêz ya dagirkeriyê ye. Li Efrîn û Şengalê destdirêjî li jinan kirin û dagirkirin. Heya em rê li van kiryarên qirêj yên dagirkeriyê digirin, pêwîste dijî dagirkeriyê em xwedî yek helwest bin.”