‘Divê jin ji jêhatîbûna xwe bawer bin radestî tu kesî nebin’

Lubna Ezz Al-Din a ku ruxmê hemû astengiyan ji bo parastina hewirdorê, pêwçûn bi dawî bibe û jin tevlî her qadê jiyanê bibe xebatên xwe jiyanî dike got: “Divê jin ji jêhatîbûna xwe bawer be û radestî tu kesî nebin.”

FADYA CUMA

Beyrûd – Lubna Ezz Al-Dîn behsa serpêhatî û xebata xwe kir ku di rêwîtiya xwe ya dirêj a tije asteng de bi ser ket. Lubna Ezz El-Dîn a ku li bajarê Der Kanûn El-Nahr a Tîre ya Lubnanê ji dayik bû, diyar kir ku ew piştî gelek salan vegeriya bajarê ku di 19 saliya xwe de derketiye.

‘Wek jina yekem di olimpiyatan de hatim qebûlkirin’

Lubna Ezz Al-Dîn a ku di olîpiyatên havênê ên peravên Fîldîşêyê de li ser navê Libnanê di sala 1984 tevlî bû got: “ di pêwajoyên ku di olimpiyatan de hejmara meran kêm bû min destpêkir.” Lubna Ezz El-Dîn a ku xwendina xwe ya zanîngehê qedandiye û bûye Mîmara Hundir, diyar kir ku fikrên xwe yên xemilandina bajarokê di şaredariyê de rastî bertekên hatiye û wiha berdevam kir: “Şeniyê ku di bajarokê dijiyan pir ecêmayî diman. Ji min re her digotin tu çima her tê şarederiyê û di nav meran de çi diki. Min qet guh nedida axaftinên wan.”

‘Me di şarederiyê de komîteya jinan ava kir’

Lubna Ezz Al-Dîn di berdevamiya axaftina xwe de destnîşan kir kul i bajarok bi heinek jinan re di sala 2013’an bi armanca jin ku jin tevlî jiyana aboriyê bibin û ji bo ku jêhatîbûna xwe pêş bixin di şaredariya Der Kanun Al-Nahrê de “komîteya Jin” avakirine. Lubna Ezz Al-Dîn wiha pê de çû: “Li bajarok li kêleka xebatên çandî û civakî ev gava ku me destpêkir bala jinan kişand. Jinên ku ji bo tevlî xebatên me bibin ji bajarokên derdor dihatin cem me. gavên me yê serkeftî çêbû û ev gav wek ji bo jinên herêma başûr ya tevlêbûna jiyana xebatê weke gaveke girîng hat nirxandin.”

‘Piranî jin di hilberînê de cîh girtn’

Lubna Ezz Al- Dîn diyar kir ku di bunya şarederiyê de derbarê karen hûnera destan û çêkirina sabûnê de perwerde tê dayîn û wiha got: “Em hewil didin di şarederiyê de bi armanca destek bidin jinan û jêhatîbûna wan pêş bixin perwerde didin. Ji bo vê me dest bi projeyan kir. Bi vî şeklî piranî jinên li bajarokê di hilberînê de cîhê xwe girtin. Armanca me ewe ku jin û mêr bi hev re bi şeklekî hekwev tevlî jiyanê bibin.” Lubna Ezz El-Dî a 60 salî amaje bi vê yekê kir ku hîn jî serpêhatî û jehatîbûna xwe kêm dibine û wiha berdevam  kir: “Ji bo ku ez xizmet bidim civakê hîn hewil didim xwe xpêş bixînim. Ji bo pêşketina xwe perwerdeyên cû bi cûr dişopînim. Ez tevlî perwerdeyên serokatî, pêşxistina mamosteyan û qursên ku jêhatîbûna jinan pêş dixe bûm. Min di kovara Şaredariyê de li ser jinan û pêwîstiya beşdarbûna jinan di şaredarî û xebatên civakî de gotar nivîsandin.

Di parastina hewirdor de em bûn alîkar’

Lubna Ezz Al-Din  diyarkir ku bi armanca şopandina tendirûstiya gel û ji bo parastina hewirdor hertim alîkarî kirine  û bi hevkariya endezyarên hewirdor komaleyek ya hawirdor avakirine û wiha got: “Me alîkariya projeyên ji bo parastina hawirdor gel hişyardikin kir. Xebata me a yekem pêşangeya gulan bû. Di nava projeyan de projeya baxçeyê  mînak ku enerjiya alternatîf û berhemên alternatîf ku wê çawa were bikaranîn û bi gubreya bê kimya û perwerdeya çandiniya organîk hebû. Bi vî awayî em hewldidin li gora berjewendiyên civakê çandiniya hawirdor ava bikin.”

‘Bi pêşxistina projeyên kêrhatinê re me jinên di her temenê de kir hedef’

Lubna Ezz Al-Din destnîşan kir ku bi malbata xwe dest bi projeya çandiniya organîk kiriye û got: “Civakê dest bi îhmalkirina ax û çandiniyê kir. Li gel belavbûna şewbên weke vîrosa Korana me dest bi pirojeyek bi vî awayî kir. Di çandiniyê de bêyî gubreya kimyasal were bi karanaîn me dest bi çandiniyê kir. Muşteriyên ku bi van berheman re eleqeder dibin me kêşan. Bi vî awayî eleqeyek zêde girt û me niha proje berfireh kir.” Lubna Ezz Al-Din bi bîrxsit ku ji bo li zêdekirina vê ji bo fêrkirina jinan ya hunerê dest û nexşandinê projeya ‘Pêşxistina kêrhatiyan’ destpêkirine û got: “Me bi vê projeyê hemû temenê jinan hedef kir. Bivî awayî ev der bû cihê li hev kombûna jinan û demên xwe ên vale binirxînin.”

 ‘Jinên navbeynkar pir nehatin tercîhkirin'

Lubna Ezz Al-Dîn, da zanîn salek piştî damezrandina Komeleya Jîngehê jî li "Navenda Navbeynkariya Pîşeyî" der barê xebat çawa werin rêvebirin û pêşîgirtin û navbeynkariya civak û malbatê perwerde de dîtiye û diyar kir bûrsek ku derfet dayê ji zanîngeha Lubnanê lîsans bigre qezenç kiriye. Lubna Ezz Al-Dîn, der barê tercûbeyên xwe yên navbeynkariyê de wiha axivî:

"Ez hewl didim bi jêhatibûnên bi dest xistiye sûd bidim civakê. Ji ber vê yekê min erkên navbeynkariyê bi cih anî. Di gelek lihevnekirinan de ev yek hêsan nebû, ji ber ku jin bi gelemperî wek navbeynkar tevnagerin. Mijar tenê bi mêran re sînordar bû. Ji bo çareseriya nakokî û pirsgirêkên di civakên me de tên jiyîn, çûyina li gel 'reîsê malbatê', şêx, serokê şaredarî û dadgehan tiştekî hatiye fêrbûn e. Lê jin zêde nehatin tercîhkirin. Ez ji bo ku endamek Tora Navbeynkarên Herêmî ya li Lubnanê û endama Tora Jinên Aştîxwaz a li Lubnanê me gelek kêyfxweşim.”

Lubna Ezz Al-Dîn, bal kişand li ser girîngiya beşdarbûna jinan a ji bo hemû qadên jiyanê û wiha got: “Divê jin jêhatibûnên xwe bawer bikin û teslîmê tu kesê nebin. Divê ji bo gihandina armancên xwe zehmetî û şert û mercan derbas bikin.”