Di roja cejna dayikan de jinên Lubnanî daxwaza dûrxistina mezheban ji rewşa kesane dikin
Bi boneya cejna dayikan û bi armanca dûrxistina mezheban ji rewşa kesane ya jinan, komeleya "Fe-Male" bi hevkariya Komeleya Basma û bi beşdariya hejmarek komele û jinan, li paytexta Lubnanê Beyrûdê li meydana şehîdan çalakiya nobetê li dar xist.
CAROLÎN BAZZI
Beyrûd-Bi boneya cejna dayikan û bi armanca dûrxistina mezheban ji rewşa kesane ya jinan, komeleya "Fe-Male" bi hevkariya Komeleya Basma û bi beşdariya hejmarek komele û rêxistinên jinan, li paytexta Lubnan Beyrûdê li meydana şehîdan çalakiya nobetê li dar xistin. Di çalakiyê de ji aliyê organîzatoran ve axaftin hatin kirin û gelek dirûşm hatin berzkirin û banga xwedîderketina li dayikan hat kirin.
"Em ê di berdêla qavdên gulan de tawîz nedin"
Seroka Komeleya Fe-Male Heyat Merşad di nobetê de got ku her sal, di vê mehê de, kombûna mêrên kujerên jin û dayikan bi axaftinên dualî û bêrêzdarî der barê jin û dayikan û rolên wan de derdikeve pêşberî wan û got: “Ew mêrên ku mafên me ji holê radikin, destdirêjî li me dikin û bi rojan û salan me biçûk dixin, me bi gul, alavên paqijkirinê û metbexê difetisînin. Bi vî rengî jin ji mafê hemwelatîbûnê bêpar tên hiştin. Xwişkên me hovîtî tên kuştin, sûcdar jî bi hincetên wekî "namûs" û " hêrsê" tên beraatkirin. Em ji zarokên xwe bêpar dibin. Ji biçûkahî ve em tên zewicandin, em neçar dibin ku serî li ber neheqiya dadgehên olî û manewî yên hevberden, zewac, nefeqe, mîrat û parêzgeriyê bidin, ev hemû jî ji bilî pêkanînên şantaj û destdirêjiya zayendî ku li korîdorên şerîat û dadgehên manewî rastî gelek jinan tê.
Heyat Merşad di berdewamiya axaftina xwe de ev anî ziman: "Her 15 qanûnên statuya kesane li hev dicivin û li ser dûrxistina jinan û cudakariya li dijî wan israr dikin. Di heman demê de kesên ku di warê berpirsiyarî û hesabpirsînê de di bin pergalek baviksalarî de dimînin tê de ziman û desthilatdariya çandiniyên mezhebî li ser desthilatdariyê serdest ya dewletê bi ser dikeve. Em îro li vir in, jin, keç, aktîvîst, dayik û zarok, ji bo piştrast bikin û bînin bîra wan kesên ku difikirin em têk çûn, dengê me dê her û her bilind û bi hêrs be li hemberî mêranî, tundî û cudaxwaziyê. Her wiha me ji mafê xwe yê hemwelatîbûna tam bê îstîsna yan kêmkirin di berdêla qevdên gulan, derew û îdiayan de tawîz neda û em ê nedin.
"Mafê jinan heye danîngeha zarokên xwe bigrin"
Seroka Komeleya Basma Crystal Ebî Raad di çaroveya çalakiya nobedê de wiha got: "Ji bo ronîkirina bêedaletiya ku jin û dayik li Lubnanê dijîn ji ber qanûna rewşa kesane me bi gelek komeleyan re bi boneya roja cejna dayikan çalakiyek li dar xist. Jin ji mafê hemwelatîbûnê ji bo zarokên xwe û her wiha ji mafê danîngehê bêpar in. Jixwe beşek ji çalakiyê ji bo ronîkirina doza Lilian Chaito hat veqetandin.
Lilian Chaito şahida zindî ye ku di 4’ê Tebaxa 2020'an de ji teqîna Beyrûdê rizgar bû. Piştî 25 rojan, Lilian ji komayê hişyar bû û dît ku malbata hevserê wê kurê wê ji destê wê girtiye û nehiştiye ku bibîne. Heya îro jî Lilian hîn di nexweşxaneyê de ye û destûr nayê dayîn ku bi kurê xwe re jî bi telefonê jî biaxive, ji ber ku dizanibû raporên bizîşkî piştrast dikin ku pêwendiya bi kurê wê re alîkariya dermankirina wê dike lê malbata hevserê wê vê yekê red dike.”
Dirûşmên herî diyar ên di dema nobetê de hatin bilindkirin li ser daxwaza qanûneke sivîl a yekgirtî ji bo rewşa kesane ku mafê danîngeha zarokan bide jinên Lubnanê.
"Heta ku dewleta baviksalarî were hilweşandin em ê têbikoşin"
Koordînatora medyayê ya rêxistina "Fe-Male" Zahra Diranî dibêje: "Îro em komek femînîst, siyasetmedar û şoreşger in, di nav de komeleya "Fe-Male" û Basma, me biryar da ku bi boneya 21'ê Adarê cejna dayikê vê nobetê li dar bixin. Me dît ku ev fersend e em dualîtiya pergala ku em tê de dijîn bînin ziman. Di demeke ku civak û medya bi awayekî kevneşopî û bi awayekî ku rola wan kêm dike û tenê bi diyarî, gul û metbexê sînordar dike, nêrîneke me ya cuda li ser vê bûyerê heye. ji ber ku em dizanin jin ji ber dadgehên giyanî û olî çi êşê dikşînin û gelek mînakên mîna Lilian Chaito, Suha Salameh û yên din hene. Em îro li vir soza xwe ya bi jinan re nû dikin û soza xwe ya bi desthilatdariyê re nû dikin ku em ê bêdeng nemînin û dengê me bilind e û em ê berxwedana xwe bidomînin heta ku ev pergala baviksalarî ya ku li ser jiyana jinan bandorê dike û wan dikuje, hilweşe.”
Têkildarî sedema tevgera li meydana şehîdan a Beyrûdê jî Zahra Diranî ev yek diyar kir: "Me meydana şehîdan hilbijart ji bo vejînkirina atmosfera şoreşê ya di 17'ê Cotmeha 2019'an de dest pê kir ku ew qada bûye şahidê bi sed hezaran xwepêşandan û hebûnek pir xurt a jinan hebû.”
"Ezmûna min a bi dadgeha Caferî re"
Ebîr Xeşeb beşdarî tevgera berevanîkirina mafên jinên Lubnanê dibe û dibêje: "Ez beşdar dibim bo ku parastina dayikbûn û zaroktiyê bikim. Zarok nikarin xwe biparêzin, ji ber mafên jin û zarokan her roj ji ber dadgehên giyanî yên ku ji cihêkarî û nijadperestiyê tije dibin têne binpêkirin. Li gel gendeliya siyasî, îro em banga têkoşîna li dijî gendeliya giyanî û hiqûqî ya dadwerî dikin, ji ber ku ev hemû dadgeh di bin mezhebperestiya siyasî de ne. Em dayik li her qadê têdikoşin.”
Der barê beşdarbûna wê ji serpêhatiyeke şexsî tê yan na, Ebîr Xeşeb dibêje; "Bêguman ji ezmûneke şexsî ye. Tecrubeya min ligel Dadgeha Caferî, ya ku di mijara bilindkirina temenê danîngehê de rê li ber neheqiyê vedike, ji ber ku yek ji wan dadgehên ku di nav dadgehên din ên giyanî de temenê danîngehê zêde nekirine. Li ser vê ezmûnê min berî du salan şoreşa xwe li dijî dadgeha Caferî ragihand û heta nefesa xwe ya dawî li ser vê şoreşê berdewam dikim ji bo xatirê dayika xwe û mafê zarokên xwe.”
Ebîr Xeşeb her wiha bi dirêjî behsa serpêhatiya xwe kir û got: "Dadgeha Caferî bi derew û neheqî mafê danîngehê da hevserê min ê berê û bi lez û bez biryar da ku sal û nîvek berê serpereştiya zarokan bide bavê wan lê min ev yek red kir û heta niha li ba min in, min ew teslîm nekirine û nakim jî ew ê li cem min bimînin.
"Em ê dengê xwe bilind bikin da ku zarokên me di pêşerojê de neçarî têkoşînê nebin"
Der barê sedema beşdarbûna Sefaa Ayad a di nava tevgerê de wiha got: "Em weke jin heta roja îro, çi li Lubnanê û çi jî li cîhana Ereb, tu mafên herî biçûk bi dest naxin û ji bo bidestxistina mafên xwe divê em her tim dengê xwe bilind bikin ku divê bi qanûnê bên bidestxistin. Îro ez wek dayikek bi keça xwe ya ku di malbatê de bi min û bavê xwe re mezin dibe beşdar dibim lê jin hene ku ji ber neheqiya li dadgehên olî ji zarokên xwe bêpar mane. Ji ber vê divê em dengê xwe bilind bikin da ku zarokên me di pêşerojê de bi heman rêbazê neçarî têkoşînê nebin.”