"Di avakirina wekheviya zayenda civakî de rolek mezin dikeve ser baroyan"

Li gel daxwaza “wekheviyê” ya 1052 parêzerên jin, di hilbijartinên Yekitiya Baroyên Tirkiyeyê de tenê 2 jin ji bo rêveberiyê hatin hilbijartin. Seroka Navenda Mafên Jinan a Baroya Stenbolê Şukran Eroglu têkildarî vê mijarê ji ajansa me re axivî.

ELÎF AKGUL
Stenbol- 36’emîn Desteya Giştî ya Asayî ya Yekitiya Baroyên Tirkiyeyê (TBB) rêveberiya xwe ya nû hilbijart. Her çendî windakirina namzediya serok Metîn Feyzîoglu yê ku bi nêzbûna xwe ya bi AKP'ê re tê naskirin û ev 8,5 sal in li ser kar e, bi coş hat pêşwazîkirin jî dîsa wekheviya zayendî pêk nehat. Seroka Navenda Mafên Jinan a Baroya Stenbolê Şukran Eroglu ku ji ajansa me re axivî, diyar kir ku di rêveberiyê de tenê 2 endamên jin hene û got; "Ji bo wekheviya zayenda civakî pêk were, roleke mezin a baroyan heye."
Du jin ketin rêveberiyê
Beriya 36’emîn Desteya Giştî ya Asayî ya TBB'ê, 1052 parêzerên jin bi daxwaza “ne wekheviya şeklî, wekheviya rast” deklasyonek weşandine. Ji bo pêşîgirtina li şîdet û cudakariya zayendî, Yekitiya Baroyên Tirkiyeyê, ji bo avakirina Belgeya Polîtîkayê ya Li Dijî Cîdakariya Zayendî, Şîdet, Tacîz û Êrîşên Zayendî, di nava saziya TBB'ê de avakirina Yekîneya Piştevanî û Piştevaniyê ya li dijî Tundiya Zayendî û di parastinê de rê li ber hilberîna gotinên nefretê bê girtin, gelek daxwazên xwe anîn ziman. Lê belê di hilbijartinan de di nava du lîsteyan de bi giştî 3 parêzerên jin ji bo lijneya rêveberiyê ketin rikberiyê û 2 ji wan bi ser ketin.
“Nûnertiya wekhev pêk nehat”
Parêzer Şukran Eroglu, diyar kir ku dawiya serdema Feyzîoglu encameke erênî ye û destnîşan kir ku ji aliyê nûnertiya jinan ve encamên hilbijartinê ne têrker in. Şukran Eroglu bi gotina; “Em bi berdewamî daxwaza wekheviya nûnertiya jinan a li gorî CEDAW (Peymana Neteweyên Yekbûyî ya li ser Rakirina Hemû Cudahiya Li Dijî Jinan) dikin,” anî ziman ku “Beriya van hilbijartinan weke parêzerên jin wan daxwaza ‘em dixwazin wekhev bin, em dixwazin wekhev bên temsîlkirin’ dikirin lê mixabin ev yek pêk nehat.
Şukran Eroglu, anî ziman ku feraseta mêr a di siyasetê de di her cure rêxistin û saziyên sivîl de xwe dide der û wiha got; “Me weke Baroya Stenbolê weke 5 jin û 5 mêr di rêveberiyê de wekhevî pêk anî. Divê di hemû baroyan de heman tişt pêk were."
Şukran Eroglu ya ku destnîşan kir divê jin ji bo tevlibûna rêveberiyan bên cesaretkirin û teşwîqkirin, da zanîn ku bi taybetî di CEDAW û Peymana Stenbolê de avakirina polîtîkayên piştgiriyê yên ji bo jinan hatine destnîşankirin û hat gotin ku heta nûnertiya tam û wekhev pêk neyê divê cihêkariya erênî bê kirin.
"Divê baro ji bo wekheviya zayenda civakî gava yekem bavêjin" 
Şukran Eroglu destnîşan kir ku divê di hemû saziyan de “wekheviya zayenda civakî ji civakan re were fêrkirin” û wiha got: “Ji bo vê yekê divê baro gava yekem bavêjin. Ji ber ku em wek baro û endamên baroyê wekî parêzvanên maf pîşeya xwe berdewam dikin.”
Şukran Eroglu, diyar kir ku di pîşeya wan a parêzeriyê de bûyerên şîdeta zayendî zêde bûne û destnîşan kir ku ew weke Navenda Mafên Jinan a Baroya Stenbolê li ser anketek ku dê bigihîje hemû parêzerên jin dixebitin û li gorî encamên vê anketê ew ê ji Baroya Stenbolê daxwaz bikin ku gavên pêwîst bavêjin û axaftina xwe wiha domand: “Di rewşên wiha de divê demildest lêpirsîna dîsîplînê bê vekirin. Piştî ku sûc hat îsbatkirin divê demildest bê îxrackirin û domandina pîşeya bê astengkirin. Ji ber ku pîşeya parêzeriyê pîşeyeke ku exlaq dixwaze ye. Dema ku hûn maf û qanûnên civakê diparêzin, hûn nikarin maf û qanûnên kesên din binpê bikin.”
“Divê perwerdeya wekheviya zayenda civakî bê dayîn” 
Şukran Eroglu, da zanîn ku wan xwestiye li hemû navendên perwerdeya stajyeriyê dersên wekheviya zayenda civakî bên dayîn û wiha axivî: “Ji bo hişyarkirina tevahiya civakê divê em bi rêxistinbûna xwe ya pîşeyî û parêzerên karmend re, dest pê bikin û xwe bigihîjînin hemû parêzeran. Divê Yekitiya Baroyên Tirkiyeyê vê yekê ji bo hemû baroyan ferz bike. Divê biryar bê dayîn ku di mijara wekheviya zayenda civakî de perwerde bê dayîn, di perwerdeya stajyeriyê de were cihgirtin, ji bo parêzerên jin tedbîrên taybet bên girtin û di bûyerên şîdeta zayendî û tacîzê de demildest mekanîzmayên dîsîplînê bên xebitandin. Dibe ku ev yek li Qanûna Parêzgeriyê were zêdekirin."
Şukran Eroglu bal kişand ser girîngiya piştgiriya lezgîn a giliyên parêzerên jin ên stajer û diyar kir ku hin doz hene parêzerên jin ji ber fikarên wekî debara jiyanê, bêkarî yan jî tirsa sûcdarkirinê nikarin li dijî tacîzê dengê xwe derbixin. Şukran Eroglu got; “Pêwîst e jinên parêzer bên teşwîqkirin û piştgirîkirin. Di vî warî de erkên pir girîng dikevin ser baroyan.”