Derbarê Dîcle Muftuoglû de biryara bereatê hat dayîn

Hevseroka DFG’ê Dîcle Muftuoglû ji doza ku dihat darazandin, Şandeya dadgehê biryara berdanê da.

Navenda Nûçeyan – Sêyemîn danişîna doza Hevseroka Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) û Edîtora Ajansa Mezopotamyayê (MA) Dîcle Muftuoglû dest pê kir. Dîcle di 29’ê Nîsana 2023’yan di çarçoveya lêpirsîna navenda wê Enqereyê de di encama serdegirtina malê de hatibû binçavkirin û di 3’yê Gulanê Roja Rojnamegeran a Cîhanê de bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” hatibû girtin. Danişîna doza Dîcle Muftuoglû li 5’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê hat lidarxistin. Dîcle Muftuoglu bi îdiayên “endamtiya rêxistinê” û “avakirin û birêvebirina rêxistinê” hat darizandin.

Dîcle Muftuoglû li Girtîgeha Jinan a Sîncanê bi rêya Pergala Deng û Dîmen (SEGBÎS) tevli danişînê bû. Parêzerên Dîcle Muftuoglu jî di danişînê de amade bûn. Her wiha gelek rêxistinên pîşeyî jî danişîn şopandin.

Endamên Delegasyona Navneteweyî ya li Dijî Tecrîdê jî tev li danişînê bûn.

Di danişînê de dozgeriyê daxwaza domandina girtina Dîcle Muftuoglu kir. Şandeya Dadgehê jî derbarê rojnamevan Dîcle Muftîoglu de biryara berdanê da.