Dayîkên Aştiyê li Meclîsê ne: Bijî Berxwedana Zindanan

Dayîkên Aştiyê li Meclîsê bi çepik, tilîlî û dirûşmeyan tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar kirin.

Enqere - Endamên Meclîsa Dayîkên Aştiyê ji bo dengê girtiyên çalakiya boykotê ya ji bo tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi dawî bibe û çareseriya pirsgirêka Kurd a bi rêyên demokratîk didomînin ragihînin, li Enqereyê li Meclîsê tecrîda li ser Abdullah Ocalan şermezar kir.

Dayîkên Aştiyê beriya daxuyaniya ku saet di 15.30’an de li ber Dadgeha Destûra Bilind bidin tevlî civîna Koma Meclîsê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) bûn. Dayîkên Aştiyê tecrîd bi çepik, tilîlî û dirûşmeya “Bijî Berxwedana Zindanan” şermezar kirin û tevlî komcivînê bûn.

Tê payîn ku Dayîkên Aştiyê dê bi tevlîbûna Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari saet di 15.30’an de li ber Dadgeha Destûra Bingehîn daxuyaniya çapemeniyê bidin.