Dayikên Şemiyê di binçavan de ne

Dayikên Şemiyê ên ku li Galatasarayê xwestin qurnefîlan li Qada Galatasarayê bihêlin, vê hefteyê jî hatin astengkirin û hatin binçavkirin.

Navenda Nûçeyan- Dayikên Şemiyê ku ji sala 1995’an û vir ve li Qada Galatasarayê ji bo aqûbeta xizmên xwe yên di binçavan de hatin windakirin bipirsin û kiryar bên darizandin vê hefteyê jî bi astengiya polîsan re rû bi rû man.

Piştî biryara "îhlal" a Dadgeha Destûra Bingehîn a der barê qedexeya çalakiya rûniştinê ya li Galatasarayê de, Dayikên Şemiyê ev 10 hefte ne dixwazin her şemî li Qada Galatasarayê bi qurnefîlan li qada Galatasarayê bihêlin û daxuyaniyeke çapemeniyê bidin. Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Buldan û Parlamenterên Partiya Çep a Keskan a Stenbolê Sirri Sureyya Onder û Cengîz Çîçek jî beşdarî çalakiya ku di hefteya 951’emîn de tê lidarxistin bûn. Lê girse hate dorpêçkirin û destûr nehat dayîn ku daxuyanî bidin.

Dayikên Şemiyê ku 10 hefte ye rastî êrîşên polîsan tên, vê hefteyê jî hatin binçavkirin.