Dayikên Şemiyê bal kişandin ser girêdana HUDA-PAR û JÎTEM’ê
Dayikên Şemiyê bal kişandin li ser girêdana HUDA-PAR’ê ku bi daxilîbûna Tifaqa Cumhur bûye rojev a bi Hizbullah û JÎTEM’ê û gotin: “Bi tarîtiya salên borî dest ji tirsandina civakê berdin.”
Stenbol- Çalakiya Dayikên Şemiyê ya ji bo li aqûbeta windayan bipirsin û bi daxwaza kujer werin darizandin di hefteya 938’emîn de berdewam kirin. Dayikên Şemiyê ji ber ku wek her hefte Qada Galatasarayê li wan hatiye qedexekirin, bi riya online çalakiya xwe li dar xistin. Dayikên Şemiyê di çalakiya xwe ya vê hefteyê de bal kişandin ser lihevkirina HUDA-PAR’a ku wek Hîzbullahê tê zanîn a bi AKP’ê re û nerazîbûn nîşanî hevdîtinên HUDA-PAR û AKP’ê dan. Daxuyaniya vê hefteyê Jiyan Tosûn a keça Fehmî Tosûn ku di sala 1995’an de hat windakirin bi sernavê “Bi tarîtiya salên borî dest ji tirsandina civakê berdin” xwend.
‘Li ser Hizbulahê peyam didin’
Jiyan Tosun di daxuyaniyê de wiha got: “AKP-MHP dixwaze bi riya Hîzbullaha ku di salên 90’î de hovîtiyan kir, peyamê bide. Rayedarên HUDA-PAR’a ku wek Hîzbullahê tê nasîn, rojên borî bi Erdogan û AKP’ê re ji bo destekkirina Tifaqa Cumhur hevdîtin kirin. Endamên Hîzbullahê di bin navê HUDA-PAR’ê de xwe bi rêxistin kirin û xwe wek partî ragihandin. Heman derdorê di sala 2003’an de weqfa Mustazafê ava kir. Weqf ji aliyê dadgeha ceza ya ya duyem a Asliyeya Amedê ve bi hinceta ku ‘rêxistinên terore yên hîzbullah, xebat didin meşandin’ hatibû girtin, Partiya Dava ya Hur, di bin navê Huda Par de bû partî.
‘Sûcên ku kirine li ber çavan in’
Cemal Tutar ê wê demê berpirsê baskê leşkerî yê Hîzbullahê bû, di parastinên xwe yên dadgehê de anîbû ziman ku cînayetên wan kiriye bi alîkariya Xwedê kirine û ji polîs û leşker bikaribin razên kirine. Baş e, wan tiştên ku pê dixwestin xewê bixin çavên leşker û polîsan çi bûn? Dixwestin jinên ku şal û etekên kin ku li xwe dikirin wek bêexlaq bibînin û kezabê biavêjin rûyê wan. Siyasetmedar, mele, rojnamegerên Kurd li ber çavên her kesê li nava kolanan dikuştin. Hovîtiyek bêsînor dikirin ku yek jê jî mirovan bi benê berazan girê didan. Piştî wê dema ku fikirîn karê hizbulahê temam bûye tasfiyekirina wan ket rojevê. Di sala 2000’an de bi operasyonên polîsan sûcên ku kirine raxistin ber çavan. Wezîrê karên hundir wê wê demê Sadettin Tantan got: ‘Me ne di fîlman de ne jî di pirtûkan de wehşetek wisa nedîtiye, ne jî bihîstiye.’
‘Ji bo me Hizbulah xwîn û wehşet e’
Dayikên Şemiyê li Qada Galatasarayê, koşuyoluya Amedê li kolana Gulistanê ya Elihê wêneyên gelek kesên ku bilind kirin ji aliyê Hizbullah, çavlêgirtina hêzên ewlehiyê û rêdanê û di ecamê de bi zorê hatin revandin hatine windakirin. Ji bo vê jî Hizbullah ji bo me tê wateya bi zorê windakirinê, tê wateya malên binerd ên lêpirsînê, lêpirsinên gundan. Tê wateya bi girêdana benê berazan bi rêbazên wehşet îşkencekirin. Bi kurtasî xwîn û wehşet e.”
‘Ji bo hesabên xwe yên hilbijartinê travmayên me der nekin’
Ji bo hesabên xwe yên hilbijartinê remzeyên hovîtiya salên 90’î nexin dewrê û dîsa êş û travmayên me der nekin. Hewcedariya me bi pêçandina birînên civakî, mafên mirovan, wekhevî, aramî û aştiyê heye. Dest ji tarîtiya raborî û çavtirsandina civakê berdin. Em ê dest ji daxwaza welatek azad, wekhev û adil bernedin. Em ê ewladên xwe yên windayî û kujeran ji bîr nekin.”