Ciwanên Mexmûrê li dijî tecrîda girankirî kon vedan
Tevgera Jinên Ciwan a Mexmûrê û Tevgera Ciwanên Mexmûr (TJCM-TCM) li dijî tecrîda girankirî ya li beramberî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dest bi çalakiya kon vedanê kirin.
Mexmûr- Şêniyên wargeha penaberan a Mexmûrê ji bo şikandina tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 10’ê Kanuna 2022’an de dest bi çalakiya nobeta azadiyê kiribûn. Di 1’ê Sibata 2023’an de ev çalakî vegerandin çalakiya gireva birçîbûnê ya bi demkî û dorveger. Roja 8’ê Adarê Piştî meşa 8’ê Adarê ku hatî li darxistin, çalakiya gireva birçîbûnê bi daxuyaniyekê bi dawî kirin û ev çalakî bi pêşengtiya Tevgera Jinê Ciwan a Mexmûr (TJCM)û Tevgera Ciwanên Mexmûr (TCM) veguherî çalakiya kon vedanê.
Tevgera Jinên Ciwan (TJCM) û Tevgera Ciwanên Mexmûrê(TCM) bi daxuyaniyekê li dijî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakiya kon dan destpêkirin. Beriya ku daxuyanî were xwendin ji bo teveyî giyanê şehîdan deqeyek rêz hat girtin.
Daxuyanî ji aliyê endama Tevgerên Jinên Ciwan Roj Yildiztan ve hate xwendin.
Di destpêka daxuyaniyê de tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat şermezar kirin û wiha hat gotin: “Rêber Apo bi felsefe û têkoşîna xwe, jiyanek nû û azad ji bo jin û gelê Kurd afirand. Ji ber wê bû hedefa komplogeran, hêzên navdewletî bi dîlgirtina Rêber Apo xwestin hêviyên azadiyê di şexsê civaka Kurd de tune bike. Lê bele Rêber Apo bi berxwedan û sekna xwe ya şerkerî û bi îradeya xwe ya azad ku têk neçe, ev yek hêrsa hêzn navdewletî zêdetir dike. Ji ber wê sîstema tecrîd û îşkenceya giran pêşxistiye. Ev dû salin gele Kurd bi tu awayî agahî ji Rêber Apo nagrin , ev di dîrokê de neheqiyek mezin û nayê qebûlkirine. Di şexsê Rêber Apo de mirovahiya azad tê dîlgirtin, ji bo mirovahiya azad bigihe mafê xwe, divê azadiya Rêber Apo ya Fîzîkî pêkwere. Em weke jinên ciwan ên wargeha penaberan a Mexmûrê dibêjin; ‘Heta azadiya fîzîkî ya Rêber Apo pêk neye emê têkoşîna xwe berdewam bikin.’ Rêber Apo bi felsefeya xwe ya azadiyê ji jin û ciwanên Kurd re felsefeya jiyanek an wê azad bê jiyan kirin, an wê azad bê jiyankirin danî holê. Ji derveyî vê yekê jiyankirin li himberî dijminê dagirker û xwînxwar serî tewandin, bê rûmetiye. Ji ber wê em weke ciwanên wargeha penaberan a Mexmûrê em dibêjin em tû caran serî li himberî polîtakayên dewleta dagirker a Tirk natewînin û jiyana bê rûmet qebûl nakin. Em jî weke jinên ciwan li dijî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê me, me dest bi çalakiya kon vedanê kir.”
Daxuyanî bi dûrûşmeya ‘Bijî Serok Apo’, ‘Bê Serok Jiyan Nabe’, ‘Jin Jiyan Azadî’ bi dawî bû û çalakiya kon vedanê destpê kir.