Civîna Komeleya Bêytî ya li ser giringiya rola jinan di xebatên civakî de

Di çarçoveya civînê de, damezrînera komeleya "Bêytî" Josephine Zughaib têkildarî projeya ku di sala 2004’an de ji aliyê komeleyê ve bi hevkariya 6 komele û UN Women, hatiye avakirin ji ajansa me re axivî û wiha got: "Piştî teqîna çarê Tebaxê, em neçar man dakevin Gemayze û Beyrûdê da ku alîkariya malbatên xwe bikin.”

CAROLÎN BAZZI
Beyrûd- Li gel ku salek di ser teqîna Bendera Beyrûdê di 4’ê Tebaxa 2020’an re derbas bûye jî şopên wê hê jî hene. Hem li ser hin cihên ku zirar dîtine, hem jî di giyana hin kesan de di warê derûnî de şopên wê mane. Jinên ku piştî teqînê yek ji hêmanên çalak bûn,19’ê Mijdarê, bi riya komele yan berevaniya sivîl û heta hêzên ewlekariya navxweyî, beşdarî civîneke gel bûn. Civîn ji aliyê Komeleya Bêytî ve bi hevkariya UN Women hatibû organîzekirn der barê projeya beşdarbûna jinan di berpirsyariya rêveberiya karesatê de. Civîn li yek ji xwaringehên Beyrûdê ya li Dar Gemayze hat lidarxistin. Di dema teqîna bendergehê de wê xwaringehê jî zirar dîtibû.
"Projeya me armanc dike ku bi pêşkêşkerê karûbarê bi wergir re bîne cem hev"
Di çarçoveya civînê de, damezrînera komeleya "Bêytî" Josephine Zughaib têkildarî projeya ku di sala 2004’an de ji aliyê komeleyê ve bi hevkariya 6 komele û UN Women, hatiye avakirin ji ajansa me re axivî û wiha got: "Piştî teqîna çarê Tebaxê, em neçar man dakevin Gemayze û Beyrûdê da ku alîkariya malbatên xwe bikin. Bi taybetî yên ku di encama teqînê de zirar dîtine, nemaze li deverên Gemayze û Mar Mixaîl. Me projeyek ji bo alîkariya kesên ku ziyan dîtine, bi taybetî wergirên xizmetguzariyê, ji bo başkirina xizmetguzariya lezgîn pêk anî lê piştî bûyerên 4’ê Tebaxê, eşkere bû ku karûbarên lezgîn li Lubnanê pir lawaz in. Me hewl da em hevkariyê bikin û me dît ku kesên sereke yên divê em bi wan re hevkariyê bikin polîsên Gemayze û polîsê Mar Mixaîl in. Me bi wan û berevaniya sivîl re ku hêmanên sereke ne û vê xizmetguzariyê pêşkêş dikin re hevkarî kir. Em niha planek di navbera pêşkêşker û wergiran de amade dikin da ku bi hev re planek rizgarkirina rêveberiya karesatê çêbikin."
Civîn li Dar Gemayze hat lidarxistin
Josephine Zughaib wiha got: "Ji bo ku em karibin vê projeyê bi cih bînin, em bi 6 komeleyên ku piştî teqîna benderê amade bûn re xebitîn. Ev komele dê ji bo planek hevpar ji bo pêşxistina xizmetguzariyê, bi taybetî servîsa lezgîn, civînan pêk bînin. Civîna li xwaringeha li Dar Gemayze li Beyrûdê hatiye lidarxistin, armanca wê ew e ku hemû aliyan bîne cem hev, ji pêşkêşkarê xizmetguzariyê di beşa giştî de ku polîs, efser, berevaniya sivîl in û wergirên xizmetê ku ew jî jinên ji teqînê bi bandor bûne. Ew bi komeleyan re, di nav wan de Komeleya Bêytî û bi hevkariya UN Women re ku baweriya xwe bi me anî û beşeke biçûk ji vê planê fînanse kir re dicivin." 
“Me xwest em nîşan bidin ku me hemûyan ji teqînê zirar dîtiye”
Ew piştrast dike ku bi riya hevkariyê dikarin Beyrûd û Lubnanê rizgar bikin û wiha behs kir: "Dirûşma me ya sereke ew e ku tenê kesek nikare welatekî ava bike. Ji bo geşedanê divê hevkariyek di navbera her çar beşan de hebe. Roleke sereke ya ragihandinê di beşa taybet û giştî de heye her wiha civaka sivîl û komele jî rolên xwe yên bingehîn hene. Ji ber vê me xwest em vê yekê li yek ji xwarîngehên ku zirar li Gemayze dîtiye organîz bikin ji bo ku em ji gel re bêjin me hemûyan ji teqînê zirar dîtiye. Gelê Lubnanê îro birçî ye. Bi hevkariyê em dikarin vê zehmetiyê derbas bikin û bigihîjînin cihekî ku ji sedî yek jî hêviyek tê de hebe."
Joumana Al-Bella, Rêvebera Cîbicîkar a Komeleya Bêytî û Projeya Beşdarbûna Jinan di Berpirsyariya Rêveberiya karesatê de, amaje bi wê yekê dike ku proje sê koman dike armanc, ew jî komeleyên ku bi wan re li ser erdê piştî teqînê kar kirine, pêşkêşkerên xizmetguzariyê ku polîs û berevaniya sivîl in û xizmetkarên ku jinên ji teqînê bandor bûne û li herêmên Rumaîl û El Mudawwar dijîn. Komên ku herî zêde zirar dîtine ew kal û pîr in ku bi tena xwe dijîn û serpereştê wan tune ye. Her wiha jinên karsaz ên ku kargehên wan zerar dîtine û jinên ku bêyî ku bi tu koman re têkildar bin li ser erdê çalak bûne û dixebitin."
“Em ê bi plansaziyan rabin”
Ew diyar dike ku armanca projeyê ew e ku dabînkerên karûbar û wergirên karûbar bîne gel hev da ku ew ji bo vê karesatê kar û xebat bikin û dibêje: “Felaketên ku qewimîn bi hewceyî rêvebirinek baş bû, çi bi riya ragihandinê, çi bi riya xalek ji xalên ku bi me re xuya dibin dema projeya me û daneşînên ku dê werin organîzekirin. Ev danişîn ji hêla komeleyên ku di warê ragihandinê, berpirsyariya civakî, wateya berpirsyariya civakî û jêhatîbûna hêsankirina danişînan de hatine perwerdekirin tên birêvebirin. Em ê bi planan rabin û hin ji wan dê di heyama projeyê de werin cîbicîkirin û sê pêngav li ser bingeha planan hene ji bo ku em beşek ji rêveberiya me ya van karesatan baş bikin. Ev yekem projeya hevbeş e di navbera endam, pêşkêşker û civakê de ji bo ku guh bidin hev û baweriya welatiyan bi xizmetguzariyên ku pêşkêşkerên xizmetguzariyê pêşkêşî wan dikin zêde bikin.”
Ew destnîşan dike ku heyama projeyê salek tevahî dirêj dibe, ji Tîrmeha 2021’ê dest pê dike û heya Hezîrana 2022’yan dirêj dibe û wiha domand: "Perwerde ji bo komeleyên jinan dest pê kir, ji 6 komeleyan 25 jin hatin perwerdekirin. Me ew li ser berpirsyariya civakî şiyanên ragihandinê û kartên rehabîlîtasyonê yên civakê ku yek ji amûrên berpirsiyariyê ne perwerde kirin. Her wiha me ji bo pêşkêşkerên xizmetguzariyê ango polîs û berevaniya sivîl, civîn li dar xistin da ku bi wan re li ser awayê hevkariyê di pêşerojê de li hev bikin."
"Ezmûna di Parastina Sivîl de di 4’ê Tebaxê de pêk hat"
Mîra Kawas a 22 salî ku di Berevaniya Sivîl de dilxwaz e û behsa tecrubeya xwe ya dema teqînê dike wiha dibêje: "Di roja teqînê de ku karesata herî mezin li Lubnanê çêbû, ez yekem dilxwaza li ser erdê bûm. Dîmena yekem a ku min dît a zarokekî digiriya û di xwînê de winda bibû. Min parçeyên laşê kesên ku di teqînê de jiyana xwe ji dest dabûn li her derê dît, dîmen gelek dijwar û hestiyar bû û tu gotin têra vegotinê nake. Ya yekem tiştê ku hat bîra min malbata min bû ger teqînê bandor li wan bikira. Min fêm kir ku ev fikir dikare min qels bike, lewra min biryar da ku alîkariyê pêşkêşî kesên  hewcedariya wan bi min heye bikim û bi erka xwe rabim. Min hestên xwe dan aliyekî û hemû perwerdeya ku min dema ez bi dilxwazî ji bo Parastina Sivîl bûm bi bîr anî. Wê demê min xwe bi qasî sed kesê bi hêz hîs kir. Jixwe hin zilamên li navendê nikaribûn li ser xwe bisekinin û malbatên xwe kontrol bikin lê ez tenê di wê demê de fikirîm gelo çawa dikarim gel rizgar bikim.”
Mîra Kawas axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Di 4’ê Tebaxê de min rûyê xwe yê din kifş kir. Rûyê xwe yê ku dikare rabe û erkên ku ji hestan dûr be û tenê divê ez erka xwe pêk bînim û min hêza jinanî ya di hundirê xwe de dît û fêm kir."