Cedevan îşkence li zarok kir: Qereqol ji bo lihev anînê ket navberê

Li gundê Zewikê yê girêdayî navççeya Hezex a Şirnexê sercerdevan Adil O. îşkence li zarokek kir. Li qereqolê ji malbata zarokê ku çar diranê wê hat şikandin re gotin “Hûn cîran in bila buyer mezin nebe” û hat xwestin ser bûyerê bê girtin.

MEDÎNE MAMEDOGLU

Şirnex- Hat zanîn ku li gundê Zewikê yê girêdayî navçeya Hezex a Şirnexê sercerdevan Adil O. îşkence li zarokek 10 salî kiriye. Diranê zarok şikiyan û gelek cihê laşê wê şîn bû. Malbata zarok ji bo giliyê çû qereqolê. Li qereqolê hat îdiakirin ku ji bo malbat gilî neke ji aliyê rayedaran ve hatiye îqnakirin. 

Destpêkê ji aliyê lawê wî paşê ji aliyê Adil O. ve tundî lê hat kirin!

Bûyer 3’ê Kanûnê li gundê Zewikê qewimî. Lawê Adil O. pêşiya zaroka ku bi xwişka xwe ya 2 salî re diçû dikanê girt. Dema ku zaroka 10 salî bertek nîşanî lawê sercerdevan kir ku tundiyê li xwişka wê ya 2 salî dikir Adil O. hat û tundî li zarok kir. Kes mudaxaleyê bûyerê nekir û zaroka hat lêdan ji aliyê dayika xwe ve hat rizgarkirin. 

Qereqol got ‘bila buyer mezin nebe’

Çar diranê zaroka ku bi tundiyê rû bi rû ma şikiya û di laşê wê de şopên derbê çêbû. Piştî buyerê malbata zarok çûn qereqolê û gilî kirin. Hat zanîn ku rayedarên qereqolê ji malbatê re gotine “Tu gilî jî bikî dê ceza negre. Wê tenê cezayê pere bigre, nayê girtin. Hûn cîran in bila buyer mezin nebe emê lêpirsîn bikin.” Sercerdevan Adil O. yê ku heman rojê çû qereqolê piştî îfadeyê serbest hat berdan. Li gor agahiyan Adil O. yê mirov muxtarê gund e bi riya muxtarê gund ji bo malbat gilî neke xwestiye wan îqna bike. Nayê zanîn ku derbarê Adil O. de tu karûbar hatiye kirin an na.

Ji aliyê din ve derket holê ku zarok nebirine nexweşxane û hatiye xwestin ser bûyerê bê girtin.