Bijîşkên Sînornenas: Îsraîl li Xezayê avê wek çek bi kar tîne
Rêxistina Bijîşkên Sînornenas diyar kir ku Îsraîlê binesaziya av û paqijiyê li Xezayê hema hema bi tevahî wêran kiriye û bal kişand ser siyaseta Îsraîlê ya bêparkirina gelê Xezayê ji avê.
Navenda Nûçeyan –Rêxistina Bijîşkên Sînornenas (MSF) îro hişyarî da ku Îsraîl bi zanebûn gelê Xezayê ji avê bê par dihêle. Her wiha MSF'ê ‘cezakirina komî’ li dijî Filistîniyan şermezar kir.
Di raporê de daneyên ji Neteweyên Yekbûyî, Yekitiya Ewropayê û Banka Cîhanê hebûn ku nîşan didin Îsraîlê bi qasî ji sedî 90`ê binesaziya av û paqijiyê li Xezayê wêran kiriye yan jî zirar dayê.
Ava vexwarinê nagihêje gelê Filistînî
Rêxistinê diyar kir ku wêrankirina binesaziya avê ya sivîl li Xezayê, li gel astengkirina gihaştina wê, bi hev re veguheriye ‘qirkirina ku ji hêla Îsraîlê ve li Xezayê tê kirin’.
Rapora ku xwe dispêre şahidî û daneyên ku ji aliyê rêxistinê ve di navbera salên 2024 û 2025’an de hatine berhevkirin, hişyarî da ku ev hemû ‘şert û mercên jiyanê yên wêranker û nemirovane li ser xelkê Xezayê ferz dike.”
Rêvebera rewşên awarte ya rêxistinê Clare San Filîppo, di daxuyaniyekê de got: “Rayedarên Îsraîlê dizanin ku jiyan bê av bi dawî dibe. Lê wan bi zanebûn û bi awayekî sîstematîk binesaziya avê ya Xezayê wêran kir, di heman demê de rê li ber têketina pêdiviyên têkildarî avê digirin.”
Zextê li Îsraîlê bikin
MSF`ê bang li Îsraîlê kir ku “di cih de avê ji bo gelê Xezayê peyda bike û ji hevalbendên xwe xwest zextê li Îsraîlê bikin da ku astengkirina xwegihandina alîkariyên mirovî ji bo kesên hewcedar rawestîne.”