Bi siyaseta guhertina demografiyê re ji 35 hezar Êzidiyan 3 hezar li Efrînê mane

Hevseroka Yekitiya Êzidiyan a Herêma Efrînê Sûad Hiso siyaseta guhertina demografîk li dijî Kurdên Êzidî yên li Efrînê nirxand û da zanîn ku i destekdayina hemû aliyên ku mudaxeleya Sûriyeyê dikin kiryarên ji bo guhertina demografîk li dijî Kurdên Êzidî tên kirin.

 
FERÎDE ZADE
Şehba- Di dîroka 20'ê Çileya 2018'an dewleta tirk a dagirker bi rêya operasyoneke leşkerî û bi alîkariya çeteyên Artêşa Azad êrîşên hewayî û bejahî li ser Herêma Efrîn- Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê da destpêkirin. Li hemberî van êrîşan û bêdengiya cîhanê şêniyên Efrînê bi hemû pêkhateyên xwe rêya berxwedanê hilbijartin. Piştî têkoşîna gel a 58 rojan Efrîn ket bin kontrola dagirkeriya dewleta tirk. Bi dagirkirina Efrînê re dewleta tirk bi rêya çeteyên xwe siyaseta guhertina demografîk da meşandin, ev siyaset bi gelek rêbazan hat meşandin û heya vê kêliyê didome.
Li Efrînê 366 gund hene ji wan 22 gundên Êzidiyan in. Di van gundan de gelek şûnwar û pîrozgehên dîrokî hene lê bi dagirkeriyê re gelek pîrozgeh hatin rûxandin û şûnwar jî hatin dizîn. Li kêleka wê Kurdên êzidî rastî kiryarên gelek bi êş û tund tên. Têkildarî mijarê Hevseroka Yekitiya Êzidiyan a Herêma Efrînê Sûad Hiso nirxandin kir û ji me re parve kir.
Siyaseta guhertina demografîk
Sûad der barê şîroveya siyaseta guhertina demografîk de wiha dest bi nirxandina xwe kir:   "Siyaseta guhartina demografîk tê weteya tunekirina nasnemeya gelekî. Dema em têkevin kûrahiya vê mijarê de em ê bibînin ku ev siyaset koka mirovan hedef digre. Di dagirkirina Efrînê re dewleta tirk dest bi rûxandina pîrozgehên dîrokî kir, da şopa mirovên resen û xwediyên axê bi kiryarên xwe re binixûmîne. Li şûna niştecihên resen malbatên çeteyan bi cih kirine, rojane dîmenên rûxandin û kiryarên van çeteyan derdikevin ser marperên medya civakî lê dîsa jî cîhan bêdeng dimîne. Siyaseta guhertina demografîk, siyaseta qirkirinê ye."
Li gundên Êzidiyan yekîneyên niştecihbûnê tên avakirin
Sûad qala kiryarên ku çeteyan di gundên êzidiyan de pêk anîne kir û wiha domand: "Gundên êzidiyan ji aliya çeteyan ve hatin dorpêçkirin û hejmareke gelek kêm ji hemwelatiyan di gundan de mane. Piştî avakirina yekîneyên niştecihbûnê malbatên çeteyan di wir de bi cih kirin. Dewleta tirk ji bo guhartina xwezaya gundên Êzidî plana mîmarî ya mizgeftan amade kir û di hin gundan de ev proje pêk anîn. Di navenda bajarê Efrînê de navendeke taybet ji bo Êzidiyan bi demezrandina Rêveberiya Xweseriya Demokratîk re li herêmê di 6'ê Cotmeha 2013'an de hatibû avakirin, ev navend ji aliyê çeteyan ve bi temamî hat rûxandin û li şûna wê dibistana olî hate vekirin."
Siyaseta guhartina demografîk li tevahî Efrînê pêk tê
Sûad bal kişand ser siyaseta guhertina demografîk ji aliyê rêxistin û dewletên derve di tevahî Efrînê de û wiha pêde çû: "Dewletên alîkariya dagirkeriya dewleta tirk dikin, pêwîst bû li şûna alîgiriya dagirkeriyê, piştgiriya şêniyên Efrînê yên rastî kiryaran tên, bikirana. Ev kiryar û siyaseta guhertina demografîk bi hemû rêbazan tên meşandin, ne tenê di gundên Êzidî de lê belê di tevahî  Efrînê de tê kirin. Hejmara Kurdên Êzidî di Efrînê de beriya dagirkirinê nêzî 35 hezar bû lê niha di Efrînê de bi giştî tenê 3 hezar Êzidî mane. Kiryarên dagirkeriyê di asta revandin û qetilkirinê de namînin lê belê di gelek rewşên wiha de pereyan ji malbatên wan dixwazin û gelek caran jî piştî dayina pereyan jî ev mirov tên qetilkirin."
Gefên çeteyan li dijî şêniyên Efrînê
Sûad da zanîn ku şêniyên Efrînê yên bi dagirkeriyê re dijîn rojane bi gefên çeteyan re rû bi rû dimînin û wiha ev mijar anî ziman: "Di van demên dawiyê de rewşa revandina hemwelatiyan di Efrînê de pir zêde bûye û mirov nikarin bi aramî bijîn. Berî demeke kurt welatiyê bi navê Ehmed Mistê tevî hevjîna wî revandin û miqdarê 7000 € ji malbata wan xwestin. Li aliyê din jî êrîşên dewleta tirk li ser Kantona Şehba û gundewarên Şêrewayê didomin, di heman demê de dewleta tirk ji bo dewamkirina projeya guhertina demografîk di Efrînê de desteka madî dide. Dewletên navneteweyî bi van pratîkên xwe diyar dikin ku ketina wan a Sûriyeyê ne ji bo çareseriyê ye lê belê ji bo kûrkirin û dirêjkirina aloziyê ye."
Berxwedana gel dê li hemberî kiryarên qirkirinê bidome
Sûad bang li tevahî rêxistinên mirovî kir ku sînorekî ji van kiryarên dewleta tirk re deynin û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Em ne alîgirên şeran in lê dema êrîş li dijî me bê kirin berxwedana me her wê derbikeve pêş. Banga me ji bo rêxistinên mafên mirovan ew e ku li dijî van kiryaran xwedî helwest bin. Rewşa dagirkeriya di Efrîn, Serê Kaniyê, Girê Spî, Şengal û xaka başûrê Kurdistanê  de tê kirin yek armancê radixe ber çavan. Têkoşîna gelê me wê bidome, heya hemû reng û pergalên dagirkeriyê li ser axa welatê me bên hilweşandin."