Endama jineolojiyê Malda Kûsa li ser gora xwe hat bîranîn

Bi boneya çaremîn salvegera bîranîna endama jineolojiyê Malda Kûsa li ser gora wê ya li Goristana Şerciyê merasîma bîranînê hat lidarxistin.

Heseke-Malda Kûsa di sala 2018’an de tevlî xebatên jineolojiyê bû, ji bo pêşxistina kar û xebatên Jineolojiyê kedek pîroz da. 4’ê Gulana sala 2019’an li ser riya Holê dema diçu perwerdeya jineolojiyê bide jinên gundewarên Hesekê rastî êrîşek çekdarî hat û di êrîşê de jiyana xwe ji dest da. Navenda Jineolojî ya Kantona Hesekê û Kongra Star li ser gora wê ya li Goristana Şercî bi merasîmek ew bi bîr anîn. Kongra Star, xebatkar û rêveberên navenda jineolojiyê, endamên saziyên civaka sivîl di merasîmê de amade bûn.

Merasîmê bi deqeyek rêzgirtina ji bo pakrewanên azadiyê dest pê kir, paşê endama Akademiya Jinelojî ya Kantona Hesekê Rozîf Ehmed sersaxî ji malbat û rêhevalên wê xwest û wiha got: “Di kesayeta şehîd Malda de em hemû şehîdên azadiyê bi bîr tînin. Şehîd Malda şehîda fikra azadiye jin e, ked û xebata ku Malda da meşandin li gorî temenê wê yê biçûk pir mezin e. Armanca wê avakirina civakeke bi exlaq e ku jin tê de azad bin. Şehîd Malda xwedî kesayetek bi hêz bû, ji bo pêşxistina zanista civakê rojane li ser kar û xebat bû. Ji bo pêşxistina hişmendiya jinên azad her dem di nav liv û tevgerê de bû. Îro em şopdarên riya rêhevala xwe ne û ji bo pêkanîna armanca wê em ê asta têkoşîn û berxwedanê bilindtir bikin.”

‘Xewn û xeyalên şehîdan pêk tên’

Endama Koordînasyona Kongra Star Nîda Salih teqez kir ku belavkirina fikir û felsefeya jinên azad di nava jinan de yek ji berhemên keda şehîd Malda û rêhevalê wê ne û wiha domand: “Îro felsefeya Jin Jiyan Azadî ji bo tevahî jinên cîhanê bûye dirûşmek bingehîn. Ev serkeftineke dîrokî ye. Bêguman bi keda têkoşerên wekî şehîd Malda û bi hezaran şehîdên azadiyê ye. Bila dilê wan rehet be xewn û xeyalên wan îro pêk tên. Tiştek bi hesanî nayê ji bo em jiyanek azad û serfiraz bijîn em ê bedêlên giranbuha bidin. Bijî jinên azad. Şehîd Namirin.”

Merasîm bi dirûşma “Şehîd Namirin” bi dawî bû.