‘Azadî bi rêxistinbûnê pêkan e’

Yekitiya Jinên Ciwan ên Şengalê li gundê Barê dest bi hemleya xwe ya “Jin, Jiyan, Azadî, serbixwe azadî” kir.

EMÎRA ZOZAN

Şengal-Yekitiya Jinên Ciwan ên Şengalê li gundê Barê dest bi hemleya xwe ya “Jin, Jiyan, Azadî, serbixwe azadî” kir. Bi yekitiya Ciwanên Şengalê re civînek li ser rewşa ciwanên Şengalê, pirsgirêkên ku ciwan bi wan re rûbirû dimînin her wiha êrîş û planên dijmin ên li ser ciwanên Êzidî gotûbêj kirin.

Civîn ji aliyê endama koordînasyona Yekitiya Ciwanên Şengalê Sara Botan ve hat lidarxistin. Sara di civînê de bi hûr û kûr li ser pirsgirêkên ku di pergalê de ciwan pê re rû bi rû dimînin rawestiya û da diyarkirin ku ji ber civaka Êzidî civakeke herî kevnar û xwedî baweriyeke qewîn e û xwezayê ve girêdayî ye ji bo wê dixwazin wan bi her awayî lê herî zêde jî bi bê cewherkirina ciwanan vê yekê bikin.

‘Dixwazin ciwan ji çanda Xwe Durbibin’

Di berdewamiya nirxandinên xwe de Sara Botan anî ziman ku yên bikaribin li dijî her cure êrîş û zextê rawestin wê ciwan bin û wiha bilêv kir: “Weke ciwanên Êzidî divê em baş bizanibin ku em ji fermanan rizgar nebûne. Êrîş, plan û peymanên ku ji piştî fermanê ve heya niha li ser civaka me zêde bûne didin. Wê demê divê em weke ciwan erkên xwe bizanibin û li gorî wê xwe perwerde bikin derdor û civaka xwe biparêzin.”

Ciwan dê xwe di felsefeya Êzidiyatiyê de kûr bikin

Sara Botan di berdewamiya gotinên xwe de rexne li ciwanan kir û got: “Her çiqas piştî naskirina şervanên azadiyê û fikrên Rêber Apo em niha çanda xwe mereq dikin, cil û bergên xwe li xwe dikin û ji xwezayê hez dikin, jê re rêzê digirin jî em baş dizanin ku di nava civakê de hê jî ciwanên me hene ji cil û bergên xwe, ziman û çanda xwe şerm dikin, çanda xwe baş nas nakin, ji xwezaya xwe hez nakin naparêzin. Divê em ciwan van ferasetên ku bi ciwanan re çêbûne biguherînin û wan nêzî felsefeya Êzidayetiyê bidin.”

Di dawî de jî Sara Botan da diyarkirin ku li Şengalê heya niha gel bi pergala xwe ya ku ciheke diyar ê ciwanan heye, li pêşiya tevahî êrîşan rawestiya ye ew jî weke jinên ciwan wê ji her demê bêtir bi erkên xwe rabin û azadiya jinan û civakê bikin erkên xwe yên sereke.

Ciwana bi navê Ala Şingalî jî kêfxweşiya xwe ya ji bo destpêkirina hemleya xwe anî ziman û diyar kir ku wan îro di nava xwezaya gundê Barê de demeke xwe derbas kirin û dıyar kir ku ew ê ji vir şûnde jî gav bi gav tevahî çalakiyên hemleyên xwe bi hêz pêk bînin.

Ciwanan di dawiyê de bi şahiyekê civîn û seyrana xwe bi dawî kirin.