Şêniyên Til Temirê: Dagirkeriya Tirk ji axa me derxin

‘Divê hemû welatên Ereban piştgirî bidin û dagirkeriya tirk ji axa me derxin da ku gel careke din bê tirs bêhnê bikşînin', bi vê hevokê Wedha El-Terxo ji xetên agir ên Til Temirê bangewaziyê li welatên Ereban dike.

SORGUL ŞÊXO

Hesekê - Du meh paşê dibe çar sal ku dewleta tirk Serêkaniyê û Girê Spî dagir kiriye. Di heman wextê de çar salên êrîşên li dijî sivîlên li ser gundewarên Til Temirê, binpêkirinên li dijî sivîlan ku zagonên navdewletî yên mirovî derbas dike diqede. Êrîşên ku di çar salan de çêbûn û berdewam dikin jî zirarê li sivîlan, binesaziya herêmê û li xwezayê dikin. Ruxmî êrîşên bejahî û hewayî, xetera li ser mirov û lawiran, ruxmî krîza aborî ya ku bandorê li hemû beşên civakê dike hê jî sivîl û bi taybetî jin di xetên agir de li ber xwe didin. Pêla berxwedaniya li hemberî dagirkeriya dewleta tirk bilindtir dibe. Dewleta tirk bi êrîşên xwe yên dagirkeriyê dikaribû zirarê bide her tiştî, rûyê erdnîgariya herêmê biguherîne lê belê nikaribû hest û girêdana jinan bi axê re, qut bike.

Di 2 mehan de 28 car êriş kirin

Li gorî bîlançoyê, binpêkirin û êrîşên dewleta tirk a dagirker û çeteyên wê li ser navçe û gundewarên Til Temirê, ya heyva Tîrmeh û Tebaxê ku ji aliyê Navenda Ragihandina Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD)'ê ve hatiye belgekirin wiha ne:

Tenê meha Tirmehê Gundê Qibûr Qerajina û Dirdara yê ku dikeve bakurî navçeyê û Til Gerabêt a rojavayê wê, 7 caran bi çekên giran hatiye hedefgirtin. Her wiha gundê Til El-Leben ê ku dikeve rojavayê navçeyê, di 30'yê Tîrmehê de bi hawanan hatiye topbarankirin û di encamê de 3 welatî birîndar bûne.

Di meha Tebaxê de Gundê Şêx Elî yê dikeve bakurê navçeyê, bi çekên giran hatiye topbarankirin. Gundê Eboş di 3'ê Tebaxê de hat topbarankirin û di encamê de 5 welatî birîndar bûn. Her wiha gundê Dirdara, Tewîla û Eboş bi çekên giran, gundê Til El-Leben ê ku dikeve rojavayê navçeyê bi balafira SÎHA’yê du caran hatine hedefgirtin. Gundê Um El-Kêf ê ku bi çekên giran hatiye hedefgirtin, di encamê de welatiyê bi navê Deham Ehmed Mihemed ê 26 salî birîndar bûye. Di heman demê de careke din Depoyên genim ên gundê Um El-Kêf bi top û çekên giran hatiye hedefgirtin. Di 15'ê Tebaxê de balafirên keşfê yên dewleta tirk a dagirker wesayîdeke sivîlan li nêzî gundikê Şiwêş ê rojavayê navçeyê dikeve hedef girt û di encamê de birîndarî çêbûn. Du caran balafirên SIHA’yê gundê Til Tewîl ê li ser riya M4 hedef girtin û di encamê de zirarên madî gihîştin mal û milkên sivîlan. Di heyva Tebaxê de jî 18 caran gundên ku me li jorê navê wan got rastî êrîşan hatin. Ev jî nîşan dide ku di heyva Tîrmeh û Tebaxê de 28 caran êrîş çêbûne.   

Her roj dibe şahida êrişan

Wedha El-Terxo ya 52 salî li rex çemê Zirganê yê 100 metre dûrî rojavayê gundê Dirdara yê ku dikeve bakurî navçeya Til Temirê, dijî. Ev cihê ku me aniye ziman her dem bi êrîş û topbaranê re rû bi rû dimîne. Wedha dayika 4 keç û 4 lawan e lê niha tevî hevjînê xwe bi tenê dijî. Carna zarokên wê yên ku zanîngehê dixwînin, tên serdana wê. Wedha ya ku rûkeniyê daye ser birînên wê yên ji ber dagirkeriya tirk, hest û helwestên xwe bi me re parve kir.

Wedha El-Terxo di destpêka axaftina xwe de wiha behsa topbaranan dike: "Topên dagirkeriya tirk wekî baranê bi ser me de dibarin. Topên ku li ber gir, mal û li çeman dikevin, hinek ji wan diteqin û hinek jî nateqin, ên nateqin jî xeteriya wan zêdetir dibe. Danekî tenê 14 top li çemê Zirganê ketin, di vê navberê de pezên ku li nav zeviyan diçêriyan parçe parçe kirin. Dema topbaran dest pê dike, em li pişt xaniyan xwe diparêzin û piştî ku rewş disekine em tên ber mala xwe. Em her dem di nava derûniya nebaş de dijîn, heta bi lêdana derî re em vediciniqin."

‘4 caran rastî sîûqestê hatim'

Wedha El-Terxo teqezî li ser hedefgirtina jinan ji aliyê dewleta tirk a dagirker û çeteyên wê ve kir û wiha çend hûrguliyên ku jiyane parve kir: "Baregehên tirkan û nuqteyên çeteyan pir nêz in. Carekê dema min çêlekê di nava erd û zeviyan de diçêrand, çeteyan 4 caran min hedef girtin. Carek jî dema ku min nanê tenûrê lêdixist gule berdan min. Ne tenê ez, hevjînê min û çêleka me çend caran gulebaran kirin. Wekî ku em bûne pêkenokên wan hovan. Herî zêde xeta Dirdara û riya ji vir heta navçeya Zirganê liv û tevgerekê dibînin, hema bê ser û ber topbaran dikin. Gelek sivîl bûn qurbanî jî. Hinek kes canê xwe ji dest didin hinek jî parçeyên bedena xwe, ling û destên xwe winda dikin. Ji ber ku dagirker û çete li cihên bilind in û cihê me jî pir nizm e."

‘Çavkaniyên jiyanê wekî çek li dijî sivîlên mayî bi kar tînin'

Wedha El-Terxo bal kişand ser rewşa çandiniyê ya li ser xetên agir û tişt anî ziman: "Ji dema ku dagirkerî çêbûye ve, em di her warî de rastî zirarê tên. Ji aramiyê bigre heta çandiniyê, wekî ku dixwazin hemû çavkaniyên jiyanê zuha bikin. Mînak, çemê Zirganê ku berê havîn û zivistan diherikî û jêdera wê ji axa Tirkiyeyê ye, miçiqiye. Berê qut nedibû lê niha zuha bûye, zivisitanê dema baran tê diherike. Dewleta tirk qutkirina çemê Zirganê, wekî çekekê li hemberî sivîlan bi kar tîne û dixwaze yên mayî jî koçber bikin. Ji ber vê sedemê jî em nikarin çandiniyê baş bikin, ji derveyî 8 doniman em nikarin biçînin. Ev sûc û binpêkirinên dewleta tirk ji derveyî mirovahiyê ne. Kes were te bikuje, êrîşê gund û warê te bike, lawirên te bikuje û hemû tiştên ku tu li ser westiyayî wêran bike… Ma ev karekî mirovî ye? Xwedê jî vî karî qebûl nake."

'Ji vir û şûnde jî em ê li ber xwe bidin'

Wedha El-Terxo ji xetên agir ku nêzî 4 sal in rojekê jî bêyî êrîş roja xwe derbas nekirine, bangewazî li welatên Ereban kir û wiha got: "Dawîbûna dagirkeriya tirk li ser axa me, ne tenê daxwaza me ye, ya hemû gelan e. Gelek gundan û kesên sivîl zirarê dîtin û koçber bûn, ji zirarekî wiha bi êştir çi heye gelo? Her kes bi hêviya vegerê û jiyana nû ye. Em bang li welatên Ereban dikin ku ew jî piştgirî bidin me, zextê li dewleta tirk bikin da ku dawî li dagirkeriya li ser axa me bîne û van dagirkerên ku ji Xwedê natirsin, derbixin. Mal jî nema bin, em ê odeyek ji kelpîçan çêbikin, li ser xwe bijîn lê divê ku destpêkê tirk ji vê derê derkevin."

Wedha El-Terxo bi vê hevokê dawî li axaftina xwe anî: "Mirin ne bi destê me ye lê belê heta niha me li ber xwe daye, ji vir û şûnde jî em ê li ber xwe bidin. Erdên me yên zêde tune ne lê her yek xwedî li parçeyê erdê xwe derdikeve û li ser dijî."