Êzidî ji bo azadiya fîzîkî ya Ocalan berê xwe dan rojê

Dayikên Şengalê, Endamên TAJÊ û kesên oldar ên Şengalê ji bo azadiya fîzîkî Rêberê Gelê Abdulah Ocalan berê xwe dan rojê û dua kirin.

Şengal – Êzidî di hilhatina rojê û rojavabunê de bi hêvî û daxwazan ji bo siberoja civaka xwe duaya xêrê dikin. Duh jî li quba Şêbil Qasim ku weke quba xwedawenda hêviyan ya minêkan tê zanîn, berê xwe dan rojê û ji bo azadiya fizikî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dua kirin.

Dayikên Şengalê, Endamên Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ), Rêveberiya Xweser a Şengalê, kesên Oldar, serokeşîr û rûspiyên civaka  Êzidiyan li ser navê tevahî civaka xwe bi hêviya azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan berê xwe dan rojê û dua kirin.

‘Ji dayê Zero ya bi kramet hêvî dikin’

Li ser navê tevahî civaka Êzidî û jinên Êzidî dayê Xoxê Çindî ji dua û hêvî ji xwedanê quba Şêbil Qsim ku quba hêviyan e û ji Dayê Zero ya bi keramet kir û got: “Di dîrokê de me gelek caran hêviyên xwe ji Şêbil Qasim kirine. Şêbil Qasim hêviyên keç û xorta, kesên di girtîgehan de pêk anîne û gelek kes ji zehmetiya rizgarkirine.  Em ev kesên amade bi navê civaka Êzidî wê hêviyê ji xwedanê vê qubê dikin. Em hêvî ji Şêbil Qasim, ji Dayê Zero ya Koçek dikin, bi hawara Rêber Apo ve biçin û Rêber Apo ji nava heps û zindanê derxin. Ji ber ku kesê bi fikrê Rêber Apo dimeşiyan ji bo gelê me gelek zehmetî dîtine, em jî wê zehmetiyê jibîr nakin û emê herdem bi hêviya azadiya wî dua bikin.”

‘Azadiya Rêber Apo azadiya me ye’

Hevserokê Meclisa Xweseriya Demokratîk a Şengalê Nayf Şemo jî bi van duaya hêviyên xwe ji Şêbil Qasim kirin: “Em hêvî û daxwaza xwe ji Xwedê û Şêbil Qasim dikin ku deryekî xêrê li Rêberê me veke û wî ji nava çar dîwara rizgar bike. Em hêvî dikin tu carî kesên îxanetkar biser nekevin. Ji ber Rêber Apo em ji mirinê rizgar kirin em weke civaka Êzidî dibêjin em civakeke ku ji jiyanê hez dikin lê ji ber ew me xilaskir, em jiyanê ji bo wî dixwazin, azadiyê ji bo wî dixwazin ji ber azadiya wî azadiya me ya tevahî ye.”