Êrîşên Îsraîlê berdewam dikin: Ji bo zarokan sala herî bi xwîn

Êrîşên Îsraîlê yên li dijî Zîvala Xezayê tevahiya şevê berdewam kirin. UNICEF’ê ji ber tiştên li Filistînê qewîmîn sala 2023’an ji bo zarokan weke ‘sala herî bi xwîn’ pênase kir.

Navenda Nûçeyan- Êrîşên Îsraîlê yên li dijî Zîvala Xezayê tevahiya şevê berdewam kirin. Di êrîşên ku Îsraîlê di 7’ê Cotmehê de dest pê kir de heta niha 8 hezar û 800 jê zarok û 6 hezar û 300 jê jin bi giştî 21 hezar û 110 Filistînî hatin qetilkirin. Rayedar, diyar dikin ku 7 hezar kes winda ne û ev kes di bin xirbeyan de mane. Ji ber êrîşan di xirbeyên avahiyê de xebatên lêgerîn û rizgarkirinê jî hema bibêje ne pekan e. Ji sedî 70’ê van kesan jî jin û zarok in.

Herî kêm 45 Filistînî hatin qetilkirin

Di êrîşên Îsraîlê yên şeva din li ser xalên cuda yên Zîvala Xezayê pêk anîn de herî kêm 45 Filistîniyan jiyana xwe ji dest dan û bi dehan kes jî birîndar bûn. Ajansa fermî ya Filistînê WAFA’yê di nûçeya xwe de ragihand ku balafirên şer ên Îsraîlê li herêma El-Fehharî ya rojhilatê bajarê Xan Yûnisê ya başûrê Zîvala Xezayê li dijî mala aydê malbata El-Amurî êrîşa hewayî pêk aniye. Di vê êrîşê de 11 kesan jiyana xwe ji dest dan û bi dehan kes jî birîndar bûn.

Di encama hedefgirtina Îsraîlê ya mala Filistîniyekî ya li bajarê Refahê ya li başûrê Zîvala Xezayê de herî kêm 20 kesan jiyana xwe ji dest dan. Li Kampa Penaberan a Şabûra ya Refahê jî di encama bombebarana mala malbata Diyab de jî gelek kesan jiyana xwe ji dest dan û birîndar bûn. Her wiha balafirên şer ên Îsraîlê êrîşekî hewayî birin ser Kampa Penaberan a El-Megazî ya li beşa navîn a Zîvala Xezayê. Hat diyarkirin ku ji bilî Mizgefta Ez-Zaferan a li kampê herî kêm 2 mal hatine hedefgirtin û di êrîşan de 14 kesan jiyana xwe ji dest dane.

'Ji bo zarokan sala herî bi xwîn’

Fona Alîkariya Zarokan a Neteweyên Yekbûyî (UNICEF), diyar kir ku hejmara zarokên di sala 2023'an de li Qudusa Rojhilat û Şerîaya Rojava ya dagirkirî hatine qetilkirin wek ‘asteke nehatiye dîtin’ pênase kir. Dîrektora Herêma Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê ya UNICEF'ê Adele Hudr, li ser hesabê medyaya dîjîtal a saziyê daxuyaniyeke nivîskî da dîrektor, wiha got: "2023, ji bo zarokên Qudusa Rojhilat û Şerîaya Rojava sala herî bi xwîn e. Tundiya ji pevçûnan çavkanî digre, di asteke ku nehatiye dîtin de ye. Adele Hudr, diyar kir ku di 12 hefteyên dawî de li Şerîaya Rojava 83 zarok hatine qetilkirin û destnîşan kir ku ev hejmar ji ber zêdebûna operasyonên leşkerî yên Îsraîlê du qat ji hejmara zarokên ku di tevahiya sala 2022’an de hatine qetilkirin e. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku li gorî agahiyan di vê heyamê de herî kêm 576 zarok birîndar bûne û hinek zarok jî hatine binçavkirin.

Îsraîlê berpirsyariya xwe qebûl kir

Arteşa Îsraîlê, qebûl kir ku ji bûyera 3 eskeren Îsraîlê yên ku li Xezayê hatine dîlgirtin, beriya 2 hefteyan li Taxa Şucaiyye hatine kuştin, berpirsyar e. Ev bûyer wek “bûyereke xeternak û encamên pir giran” hat pênasekirin. Serfermandarê Îsraîlê Herzî Halevî, di civînê de wiha got: "Fermandariya artêşê, ji kuştina leşkerên me yên (piştî êrîşa 7’ê Cotmahê ji aliyê Hamasê ve) dîl hatin girtin, di hewldana rizgarkirinê ya bêserkeftî de xwe berpirsyar dibîne."

Li Lubnanê êrîş

Li aliyê din di daxuyaniya artêşa Îsraîlê ya li ser platforma xwe ya medyaya dîjîtal de, der barê êrîşên li başûrê Lubnanê pêk hatin de agahî hatin dayîn. Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Hat tesbîtkirin ku ji saetên sibehê ve ji başûrê Lubnanê zêdetirî 50 roket avêtine Îsraîlê.” Li gorî nûçeya televîzyona dewletê ya Îsraîlê KAN’ê, ji axa Lubnanê ji bakurê Îsraîlê re gulebaran hatiye kirin, di êrîşê de windahiya can çênebû. Arteşa Îsraîlê jî êrîşî bir ser nuqteyên li başûrê Lubnanê yên bombebaran hat kirin.

'Em ji her cure pêşniyaran re vekirî ne'

Endamê Buroya Siyasî ya Tevgera Hamasê Usame el-Hamdan, da zanîn ji bo her cure pêşniyarên ku bi temamî û teqez êrîşên Îsraîlê yên li ser Zîvala Xezayê rawestînin re vekirîne. Usame el-Hamdan, diyar kir di ser êrîşên berdewam ên Îsraîlê yên li ser Xezayê de 83 roj derbas bûne û di vê heyamê de nêzî 22 hezar sivîlan jiyana xwe ji dest dane û wiha got: "Tevgera (Hamas) ji bo her cure pêşniyarên ku bi temamî û bi awayekî mayînde hemû êrîşên li dijî Xezayê rawestîne re vekiriye. Gelê me li şûna bi qismî û demkî, dixwaze şer bi temamî bi dawî bibe.