Çawişên pispor ên failên tacîzê hatin berdan

Herdu çawişên pisporên ku li Çelê du zarokên keç tacîz kirin, piştî giliyê malbatan hate binçavkirin, piştî îfadeya li emniyetê hatin berdan.

Colemêrg- Di roja dawî ya “Mîhrîcana Foto Safarî û Sporên Xwezayî ya Çelê” ku ji aliyê Walitiya Colemêrgê ve hatî organîzekirin di konsera  30’ê Hezîranê hatî li darxistin de 2 zarokên keç ji aliyê çawişên pispor ve rastî tacîzê hatin. Ciwanên ku beşdarî konserê bûne, mudaxeleyî çawîşên pispor ên ku zarokên temenê wan di navbera 16-17 salî de tacîz kirin, kirin. Di vê navberê de faîlên tacîzê hatin derbkirin û rakirin nexweşxaneyê. Piştî tedawiya li nexweşxaneyê, ji 5 çawişên pispor 2 jê li ser giliyên malbatan ji sûcê ‘tazîca zeyendî’ hatin binçavkirin.

Hate zanîn ku çawişên pispor piştî îfadeyên li emniyetê hatin berdan. Hat zanîn ku çawişên pispor giliyê ciwanên mudaxileyî wan kiribûn kirin û îfadeya wan ciwanan jî hatiye girtin.