Dayîkên Şemiyê: Windakirina mirovan di sala 1915'an de li Stenbolê destpê kir

Dayîkên Şemiyê di çalakiya xwe ya 1100’an de aqûbeta rewşenbîrên Eremenî ku di 24’ê Nîsana 1915’an hatîn windakirin pirsîn. Eren Keskîn metna çapemeniyê xwend û got: “Heqîqeta tê înkarkirin, îro zirxa bê cezatiyê di hûne.”

Stenbol – Dayîkên Şemiyê di çalakiya xwe ya hefteya hezar û 100’an li Qada Galatasarayê li darxistî de, rewşenbîrên Ermenî ku di 24’ê Nîsana 1915’an de li Stenbolê hatin binçavkirin bîranîn.

Di çalakiyê de, bal kişandin ser koka dîrokî ya windakirina bi zorê û diyar kirin ku polîtîkayên bêcezahiştinê li ser înkarê didome.

Dayîkên Şemiyê bi daxwaza pirsîna aqûbeta xizmên xwe yên di bin çavan de hatin windakirin û darizandina kiryaran, her hefte li Qada Galatasarayê tên ba hev, çalakiya xwe ya hezar û 100’an li dar xistin. Metna çapemeniyê endama MYK a ÎHD’ê Eren Keskîn xwend.

‘Bîra civaka Ermenî, rêveberên gotin û qenaatê bû’

Eren Keskîn diyar kir ku bîra derbarê operasyonên ku di 24’ê Nîsana 1915’an li dijî civaka Ermenî hatî destpêkirin hate hedefgirtin û wiha got: “Bi zorê windakirin, gelek deman, bi qerarnameya Mij û Şevê ku rejîma Nazî di 1941’an de xistî meryetê tê bîranîn. Ev rêbaza tarî, beriya wê 26 salan li Stenbolê jiya. Ji 174 rewşenbîrên Ermenî ku di şeva 24’ê Nîsana 1915’an de ji mal û cihên wan yên kar hatin girtin, êdî venegeriyan. Wê şevê, bi fermana Wezîrê Karê Hundir yê hikûmeta Îttîhaq û Teraqî, li Stenbolê operasyonek berfireh hate destpêkirin. Li gorî lîsteyên ku berê hatibû amadekirin, polîs piştî nîvê şevê li deriyan dan. Ji mirovan re hatin gotin ku, ‘îfadeyên we hene û hûnê piştî saetekê vegerin’. Di nava kesên hatine binçavkirin de, parlementer, nivîskar, helbestvan, bijîşk û rojnamevan hebû. Ew rêveberên gotin û qenaeta bîra civaka Eremenî bûn.” 

Çeteyê girîdayî teşkîlata Mahsusa

Eren Keskîn bal kişand ser çîroka yek ji sembola navên operasyonê rojnamevan û siyasetmedar Agnunî (Haçadur Malumyan) û îfade kir ku dewletê erkê parastinê binpê kir û wiha got: “Di şeva 24’ê Nîsanê de li deriyê Agnunî da. Di fermana girtinê ya dayî nîşan de, dema îmzaya Talatê ku beriya were binçavkirin li gel xwarin dixwar dît, matmayî ma. Destepêkê ew sewqî Ayaş kir. Hê difikirî ku xeletiyek heye, bi daxwaza berdana Talat, telegraf kêşa, lê belê ev bang bê bersiv ma. Di dîroka 2’ê Hezîrana 1915’an de Agnun jî di nav de 6 rewşenbîr ji bo ‘darizandinê’ şandin Amedê. Piştî rêwîtiya bi hevkariya polîs û cendermeyan, li derdora Sêweregê, ji aliyê çeteyên girêdayî Teşkîlat-i Mahsusa ve hatin qetilkirin. Ev mirovên ku dibin kontrol û çavdêriya dewletê de, bêyî kevirek ê gorê hatin tinekirin.”

Mekanîzmaya înkarê

Eren Keskîn bal kişand ser şibandina raporên fermî ên ku piştî ên windabûnê hatin amadekirin û zimanê îro yê cezakirinê  û îfade kir ku ji van kesên dibin kontrola dewletê de 174 jê tine kirin û li pişt wan kevirek ê gorê jî nehiştin û wiha got: “Di raporên ji bo rewşenbîrên hatin qetilkirin hatin amadekirin, hate îdiakirina ku ‘ji parêzvanan reviyane û çûne Rusyayê.’ ji hinekan re jî hate gotin ku ‘fîrar kirine’ an jî ‘hatine berdan’. Heqîqet ji qeydan hate jêbirin, li cihê wê înkar hate nivîsîn. Di sala 111’an de em carek din dibêjin; hevrûnebûna bi demboriyê re, nehiqûqiya îro xwedî dike. Îsrara me ya hezar û 100 hefteyan tam li dijî vê rejîma înkarê ye.”

Eren Keskîn got: “Di hefteya hezar û 100’emîn de dibêjin çend sal derbas bibe bila bibe em ê li aqûbeta rewşenbirê Ermeniyan ku hatine windakirin bipirsin.”

Dorpêç carek din hate şermezarkirin

Piştre xizma windayan Hanîfe Yildiz, helbestek derbarê windayan de xwend. Hanîfe Yildiz dorpêçkirina Qada Galatasarayê ji aliyê polîsan ve şarmezar kir û got: “Gotina Hezar û 100 hefte gelek asan tê gotin, lê çi hate jiyîn. Ez hê li ber vê metalê me. Kevirê goristana nedan me, me vê derê wek gor dît, ew jî ji bo me gelek dîtin.”

Çalakî bi danîna qirnefîlên li Qada Galatasarayê bi dawî bû.